Rêxistina Rojava ya MLKP’ê: Efrîn wê bibe dawiya Erdogan!

Rêxistina Rojava ya MLKP’ê li dijî helwdanên dagirkirina Efrînê got, ‘Em ê bi hêzên xwe yên çekdar bersiveke tund bidin. Efrin wê bibe destpêka dawiya Erdogan’’

Rêxistina Rojava ya MLKP’ê li ser gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Dewleta Tirk a mêtinger ku ji şoreşa Rojava û geşbûna wê ditirse, hem ji bo ku hebûna xwe ya mêtinger bidomîne û hem jî ji bo ku dîktatoriya qesrê li ser piyan bihêle xwe bi şer digire. Şerekî faşîst û dagirker li herêmê û gelan tê ferzkirin.’’

‘ERDOGAN WÊ JI TÊKÇÛNÊ XILAS NEBE’

‘Dewleta Tirk li gel şerê psîkolojîk her roj bi bombekirina Efrînê dixwaze atmosfera şerekî dagirker bide destpêkirin. Her wiha dixwaze pozîsyona xwe ya şer a berdest, bombekirinan û hevkariya xwe ya bi çeteyan rewa bke.

Çeteyên ku dewleta Tirk wan xwedî dike, piştî ku li Idlibê tengijîn lîderê çeteyan Erdogan ji van re mekanên nû yên şer û mayinê hazir dike. Hêzên şoreşê yên Rojava gelek caran ev çeteyên Erdogan şikandin û vîna wan têk bir. Lê vê carê li gel çeteyan, serek-çete Erdogan jî wê ji têkçûnê xilas nebe.

Efrîn û gelên li Efrînê dijîn bi şoreşa Rojava re dema xwe ya herî azad dijîn. Gelê Efrînê bi dawîanîna mêtingeriya Sûriyê azadiya xwe bi dest ve anîn. Ji bo vê jî bû ew cih ku gelên Sûriyê û Helebê yên ku koç kirib bi rengekî ewle lê dijîn. Efrîn ew cih û war e ku gel bi azadî lê dijîn. Îradeya rêberiya azad û rêxistina jiyanê ya Kurdan e.

Polîtîkaya şer û dagirkeriyê ya dewleta Tirk û dîktator Erdogan ji bo gelê kedar ê Tirk û gelên herêmê, ji bo şoreşa Rojava û hemû cografayaya Kurdistanê talokeyeke mezin û gefek e. Bi eslî ya ku divê ji holê were rakriin û tinekirin rej^ma faşîst a mêtinger û dîktator Erdogan e.’’

‘EM Ê BERSIVEKE TUND BIDIN’

Rêxistina Rojava ya MLKP’ê dawiyê got, ‘’Li dijî dewleta Tirk û hêzên hevkarên wê yên bi hewldana dagirkirina Efrînê em ê bi gelê xwe re û hêzên xwe yên çekdar re bersiveke tund bidin. Efrîn wê bibe destpêka bidawîbûna rejîma mêtinger û faşîst a li Tirkiyê û Erdogan.’’