Rêxistina Efûyê: Hikumeta Tirk nava serxwebûna darazê vala kir

Rêxistina Efûyê di rapora xwe ya salane de bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan û diyar kir ku li Tirkiyeyê nava serxwebûna darazê hatiye valakirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya salane de bertek nîşanî polîtîkayên durû yên di qada mafên mirovan da.

Rapor balê dibe ser binpêkirinên mafên mirovan ên li her dera dinyayê û diyar dike ku civaka navneteweyî li dora mafên mirovan û nirxên gerdûnî nebûne yek.

Li gorî Rêxistina Efûyê welatên rojava bertekeke xurt da êrîşa ku Rûsya li hemberî Ukraynayê kiribû lê heman tişt di binpêkirinên ku bi destê Îsraîl, Sûûdî Erebistan û Misirê de de pêk nehatiye û gavên şênber nehatiye avêtin.

Di raporê de hate gotin ji ber ku dewletan nekarîne mafan biparêzin, mafên jinan û azadiya protestoye di bin xetereyê de ye.

NAVA SERXWEBÛNA DARAZÊ HATE VALAKIRIN

Rêxistina Efûyê got “Li Tirkiyeyê dema ku hikumet li ser darazê kontrolê dike, ev tişt bû sedem ku nava serxwebûna darazê vala bibe. Li dijî parêzvanên mafên mirovan, çalakvan û mûxalifên siyasî lêpirsînên bêbingeh hatin destpêkirin. Divê dewlet hurmetê nîşanî darizandina adilane bide û nehêle ku serxwebûna darazê were qelskirin.”

Di raporê de hate diyarkirin bi sûcdariyên bêbingeh hate xwestin ku bi dehan rojnamevan, çalakvan û siyasetmedarên mûxalif werin destgîrkirin û li dijî wan lêpirsîn were kirin.

HDP WEKÎ HEDEF TÊ NÎŞANDAN

Di warê azadiya rêxistinkirinê de hate gotin “Tirkiye û Fransa bûn welatên ku bi girtina komeleyan re azadiya rêxistinbûnê asteng bikin. Li Tirkiyeyê HDP wekî hedef tê nîşandan. Di sala 2021’an de ji bo ku derbarê 451 rêveberên HDP’ê ceza were birîn ku heta 5 salan nikaribe siyasetê bike, doz hatibû vekirin.”

Di raporê de derbarê rewşa Tirkiyeyê ev tişt hate gotin “Derbarê parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, siyasetmedarên mûxalif û kesên din lêpirsîn û darizandinên bê bingeh hatin kirin. Parlementoyê azadiya xweîfadekirinê bi awayekî tund asteng kir. Mafê kombûna aştiyane bi awayekî cîddî hate astengkirin. Tirkiye bû welatê ku li dinyayê herî zêde penaber lê heye. Ji ber gotinên nijadperest, serlêdanên penaberên Efgan û penaberên din nehatin qebûlkirin. Derbarê êşkence û miameleya xerab îddîayên mezin derketibûn pêş.”