Rêxistina Efuyê: Gaza îsotê nefroşin Tirkiyeyê!
Rêxistina Efuyê: Gaza îsotê nefroşin Tirkiyeyê!
Rêxistina Efuyê: Gaza îsotê nefroşin Tirkiyeyê!
Rêxistina Efûyê ya navnetewî bang li welat û hemû şirketê gaza îsotê çêdikin, kir û ji wan xwest ku gaza îsotê û ekîpmanê ku di mûdaxaleya ciwakî de tên bikaranîn, firotina bo Tirkiyeyê bidin sekinandin.
Lêkolînvanê Tirkiyeyê Andew Garnder di der heqê sekinandina firotinê de got; heya ku mafên çalekwanên aştîxwaz ku protesto dikin û mafê azadiya raman bên bidestxistin, divê firotin bê sekinandin û got ; “Polîsên tirk li dijî xwepêşendanan, hêza ku mafê mirovan binpê dike bikartîne û ji bo pêşî li van mirinan bê girtin û tedbîr bên girtin, divê hemû welat firotina gaza îsotê, wesayîtên zirxî û amûrê mudaxaleyê bide sekinandin.”
Gardner da zanîn ku rayedarên tirk di çalakiyên Stenbol û bajarên din li hemberî hêza bê sînor ya polîsan bê deng mane û mafê mirovan hatiye binpêkirin û li dijî vê hêj lêpirsînek nehatiye kirin.
Di daxuyaniyê de ji Yekitiya Ewropayê û hevakarên Tirkiyeyê berpirsyaran derxin pêşberî dadgehê û polîsan li gorî standartên navnetewî perwerde bikin.
Rêxistina Efûyê da zanîn ku Brezîlya, Hindistan, Başurê Koreyê û DYA gazê difroşe Tirkiyeyê.