Rewşa zarokê li Elbakê ji ber teqîna alaveke leşkerî birîndar bû, krîtîk e

Rewşa H.E. yê li navçeya Elbakê ya Wanê ji ber alaveke cismekî leşkerî bi giranî birîndar bû hê jî krîtîk e.

Duh li Taxa Kiratî ya Elbak a Wanê, bi teqîna alavekê zarokê bi navê H.E. yê 12 salî bi giranî birîndar bû. Malbatê H.E. rakir Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê û li wir tê dermankirin. Ji bo derxistina parçeyên teqemeniyê yên di serê H.E. de, duh hat emeliyatkirin. Di encama emeliyata bi 6 saetan de hinek parçeyên teqemeniyê hatin derxistin û H.E. rakirin beşa lênihêrtina  awarte. H.E ji aliyên çep û rast ên rûyê ve xwe bi giranî birîndar bûye û rewşa wî qet ne baş e.

Hat zanîn ku cihê teqîn lê çêbûye beriya niha wek qada leşkerî hatiye bikaranîn. Her wiha li heman deverê pîsta helîkopteran heye.

Malbata H.E., piştî teqînê diyar kir ku destê rastê yê zarokê wan jê bûye û got ku wan piştî teqînê daxwaza alîkariyê ji leşkeriyê kiriye lê leşkeri bi wan re nebûye alîkar.