Rewşa Yagiz xedar e, lê bi biryar e!

Grevên biçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ku bi pêşentgiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê destpê kirî, di serî de li zindanan, li Hewlêr, Galler, Mexmûr, Strasboûrg, Silêmanî, Şengal û derveyî welêt bi biryar didomin.

Endamê Nûnertiya HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz ê ev 65 roj in di grevê de ye, her çendî rewşa tenduristiya wî ber bi xirabûnê ve diçe jî, bi biryar e heta tecrîd bi dawî nebe berxwedana xwe bidomîne.

Berxwedana zindanan a greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, li bajarê Hewlêr welatiyê Bakurê Kurdistanê Nasir Yagiz gur bû, niha di serî de li çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê bi biryardarî heta şikandina tecrîdê dom dike.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a 7’ê Mijdara 2018’an, bi rêzê ve li Hewlêr 21’ê Mijdarê dest pê kir û 23’ê Mijdarê jî ji aliyê Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêr Nasir Yagiz ve veguherî bêdawî û bêdorveger. Her wiha li Zindan û Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ve 14’ê Kanûnê greva bêdawî û dorveger, li Mexmûrê jî 16’ê Kanûna 2018’an çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger li Saziya Malbatên Şehîdan û li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî 17’ê Kanûna 2018’an dîsa Kurdistaniyê bi navê Îmam Şîş hem wext greva bêdawî û bêdorveger a endamên sazî û dezgehên Kurdî tevlî bûbûn dest pê kirin. Herî dawî li Başûrê Kurdistanê li Şengalê 6’ê Çileya 2019’an grev ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî ve destpê kir.

Ev pêla têkoşînê ya bi Leyla Guven destpê kir bi demê re belavî zindan û gelek navendên Ewropayê bûn. Kurdistaniyê bi navê Mûstefa Tûzak ê 13’ê Çileyê ketibû grevê piştî 8 rojan û şûnde ragihanibû ku dest bi greva bêdawî û bêdorveger kiriye. Dîsa Kurdistaniyê bi navê Hasib Çakiçi, Yûsif Îba û Huseyîn Yildiz jî ketine grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger.

TENDURISTIYA YAGIZ XIRABE, LÊ BI BIRYAR E

Endamê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Nasir Yagiz ê ji 21’ê Mijdarê 2018’an ango 65 roj e li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, her diçe rewşa tenduristaya wî xirab dibe.

Çalakiya greva bêdawî-bidorveger a li Hewlêrê bi koma 33’an dom dike û greva Yagiz jî di roja 65’an de bi biryardarî dewam dike.

‘HER ROJA DIÇE TENDIRÛSTIYA WÎ XEDARTIR DIBE’

Bijîşkê Nasir Yagiz kontrol dike, diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz her diçe xirab dibe û bi taybet danê rojê yê sibehê tansyona wî pir tê xwar û got: “Bi taybet sibehê rewşa wî hinek li gorî demê din girantire. Fonksyonên mîna ser êşî û dîsa bêhalî û dil avêtinê pir li pêş e. Ji ber întihaba berê li demarê serê wî, bi vê yekê re êşa serî hê zêdetir bûye. Hata niha 11 kêlogram kêm kiriye. Ji ber bêhalî û hêza wî kêm bûye, di girtina avê û tiştên vexwartek de jî pir astengiyê dijî. Her wiha di çûn û hatinê de jî pir zoriyê dikişîne û gêş dibe.”

Dixtor destnîşan kir her diçe çi di aliyê fîzîkî de rewşa Nasir xedar, roj bi roj giran û astên krîtîkbûnê jî derbas dike. Dixtor ji bo rû bi rûyê bûyerên nebaş bê banga ketina tevgerê ya bi lez li her alî kir.

Nasir Yagiz ê ev 65 roj in di grevê de ye li ser çalakî û kesayeta xwe name ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME), Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê (CPT) û Konseya Ewropa (KE) re şandiye.

SERDANÊN JI BO ÇALAKIYÊ DIDOMIN

Her wiha rojane serdanên sazî û welatiyên çi Herêma Kurdistan, Bakurê Kurdîstan û dîsa Mexmûrê serdan dikin. Herî dawî xwendekarên seretayî yên dibistanên Mexmûrê hestên xwe yên derbarê Nasir Yagiz û çalakiya wî de bi nameyan ji bo Nasir şandibûn. Ev yek jî hêz û moralekî pir mezin dabû Nasir.

GREVA LI MEXMÛRÊ JÎ BI KOMA 14’AN BERDEWAM E

Greva birçîbûnê ya 16’ê Kanûna 2018’an her sê rojan tê dewirgirtin li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpêkiribû bi koma 14’an di roja 40’î de dewam dike.

Çalakiya li Mexmûrê jî mîna her cihê din bibiryardarî dewam dike. Xwedîderketin û tevlîbûna çalakiyê ya ji aliyê jin û ciwanan ve pir li pêşe. Rêjeyeke zêde ciwan tevlî çalakiyê dibin û dîsa xwedîderketina gel a li çalakvanan di asta herî roj de ye.

‘HETA TECTÎD BIŞKÊ WÊ ÇALAKÎ BIDOME’

Her wiha ji koma 13’an Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Fadîla Tok jî ragihand ku ji bo bibe dengê Leyla Guven ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Tok anî ziman ku ji bo bibe dengek ê bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û hemû girtiyên zindanan hatî destpêkirin ya ji bo şikandina faşîzmê ew jî gihiştiye biryarekî wiha. Tok got: “Divê îro em li dijî faşîzmê bibin xelekek agir li dorî Rêber Apo bibin yek. Îro felsefeya Rêber Apo bûye tovê jiyana azad a aştî û biratiyê ya li Rojhilata Navîn.”

Tok bal kişand ser biryara xwe û got: “Ez jî weke kesayeteke panaber a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê deng bidin dengê berxwedana zindanan ya bi dirûşma; ‘Faşîzmê bişkînin, tecrîdê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin’ bibin dest bi greva bêdawî û bêdorveger dikim.”

Tok bi biryardarî da xuyakirin heta pergala Îmraliyê bê hilweşandin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiya xwe bidomîne.

‘SERKETIN YA ME YE’

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Fadîla Tok nerzîbûn nîşanî bêdengiya welatên Ewropa û saziyên mafê mirovan kir û got: “Ev bi roj in mirovan li ber çavê dinê bendenê xwe dane ber mirin. Çima hûn vê nabînin. Em ê bi çalakiyê xwe peyam bidin wan û bêjin; hûnê bi wijdan tevbigerin, hûnê hiqûq û distûrên xwe binpê nekin. Em gelê Kurd gelek bi heq û vîn in. Serketin ya me ye.”

ÇALAKIYA SILÊMANIYÊ JÎ DIDOME

Li Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ve 14’ê Kanûnê greva biçîbûnê ya bêdawî û bidorveger hatibû destpêkirin bi koma 22 dewam dike. Çalakiya li vir tê kirin Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî dibin. Çalakiya koma 22’an ji aliyê welatiyê Rojava ve tê dewirgirtin û di roja 42’an de dewam dike.

SAZIYÊN SERDAN KIRÎ

Komeke ji PJAR a Binarê Qendîl, endamên Rêxistinên ciwanan ên Başûr û Rojavayê Kurdistan, gelê Êzidî, Berya Gel, Çand û Hunera Silêmanî, Koma Miştenûr, Tevgera Azadî serdana çalakvanan kiriye.

GREVA ŞENGALÊ DI ROJA 19’AN DE YE

Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Xaneser a Şengalê li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin, hunermenênd Êzidî dewir girtin.

Endamên Saziya Çand û Hunerê ya Şengalê çalakiya greva birçîbûnê ya 6’ê Çileyê bêdawî û bidorveger ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve hatibû destêkirin bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê serok Jiyan Nabe’ dewir girtin.

Çalakiya grevê ya di roja 19’an de ku Hunermendên Êzidî  dewir girtin, wê du rojan bidomînin û piştre dewrî komeke din bikin.