Rewşa tenduristiyê ya girtiyê siyasî Ahmed Guven giran e
Girtiyê siyasî yê Kurd Ahmed Guven ku 30 sal in girtî ye, rewşa wî ya tenduristiyê giran bûye. Ji ber ku ranakin nexweşxaneyê, fikar li ser jiyana wî zêde bûne.
Girtiyê siyasî yê Kurd Ahmed Guven ku 30 sal in girtî ye, rewşa wî ya tenduristiyê giran bûye. Ji ber ku ranakin nexweşxaneyê, fikar li ser jiyana wî zêde bûne.
Girtiyê siyasî yê Kurd Ahmed Guven ku 30 sal in girtî ye, rewşa wî ya tenduristiyê giran bûye.
Girtî Ahmed Guven ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin, bi rêya telefonê bi birayê xwe Mervan Guven re axivî û têkildarî rewşa xwe ya tenduristiyê agahî da.
Li gorî vê yekê, rewşa tenduristiyê ya Ahmed Guven giran bûye û di dema randevûya nexweşxaneyê de leşker bi rengekî kêfî destûrê nadin.
Her wiha Wezareta Edaletê jî vê rewşê ji nedîtî ve tê.
Malbata Guven ji ber rewşa nebaş a tenduristiyê ji jiyana Ahmed Guven bi fikar e.
Malbata Guven diyar kir ku eger lêkolîn û tedawiya li ser tenduristiya Ahmed Guven neyê kirin, dibe ku metirsiya li ser jiyana wî zêde bibe.