Rewşa tenduristiya Talebanî baş dibe
Rewşa tenduristiya Talebanî baş dibe
Rewşa tenduristiya Talebanî baş dibe
Hate aşkera kirin ku, rewşa tenduristî ya Serok Komarê Îraq Celal Talebanî ber bi başiyê ve diçe.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji Buroya Çapemeniyê ya Qesra Serokomartiya Îraqê da diyarkirin ku, rewşa tenduristiya Serok Komar Talebanî her ku diçe baştir dibe.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di van rojên dawî de Talebanî bersivek erênî dide dermankirinê, her wiha ev bandorek erênî li ser qabîliyeta tevgerkirin û axaftinê dike.
Serok Komarê Îraqê û Serokê YNK’ê Celal Talebanî piştî 18’ê Kanûna 2012’an de xwîn rijiya ser mejiyê wî û ji 20’ê Kanûnê ve li nexweşxaneya zanîngehê ya li Charîte ya Almanyayê tê dermankirin.