Rewşa Mandela krîtîk e
Rewşa Mandela krîtîk e
Rewşa Mandela krîtîk e
Rewşa tenduristiya Serokdewletê berê yê Efrîka Başûr Nelson Mandela ku du hefte berê ji ber enfeksiyona li pişikê rakirin nexweşxaneyê, ne baş e. Tê gotin, bandora dermanan li Mandela nabe.
Serokdewletê Efrîkayê Jacop Zûme doh êvarê çû serdana Mandela li nexweşxaneyê û diyar kir ku, rewşa lîderê efsanewî di nava 24 saetên dawî de ber bi nebaşiyê ve çûye. Zûma di daxuyaniya xwe de got, "Doktor, ji bo başbûna Mandela çi ji destê wan tê dikin."
Mandela yê ji meha Kanûnê û vir ve çar car in radikin nexweşxaneyê, tê gotin ji aliyê hilm-stendinê ve pirsgirêkên giran dijî. Doktoran heta roja Şemiyê di daxuyaniyên xwe de diyar kiribûn ku rewşa Mandela "ciddî ye, lê stabîl e". Lê daxuyaniya doktoran a roja Yekşemê li welêt û tevahiya cîhanê rê li ber fikaran vekir.
Di vê navberê de derket holê, ku ambûlansa 8'ê Hezîranê Mandela anî nexweşxaneyê di rê de xera bûye û bi qasî 40 deqeyan li qêleka rê li benda ambûlanseke din maye. Li Efrîka Başûr ev bûyer rê li ber nerazîbûna raya giştî vekiribû.
Zûma di vê mijarê de jî ragihand ku di konvoya Mandela anî nexweşxaneyê de 7 doktor hebûn û destwerdana tibî ya pêwîst hatiye kirin. Zûma gotinê ku dibêjin Mandela krîza dil derbas kiriye jî, derewand.
Zûma bang li hezkiriyên Mandela yên li Efrîka Başûr û çar aliyên cîhanê kir ku, ji bo Mandela dûa bikin.
Mandela, piştî ku di sala 1999'an de dest ji wezîfeya Serokdewletiyê berda, zêde di nava gel de xuya nedikir. Mandela herî dawî di Tîrmeha sala 2010'an de di maça fînalê ya Kûpa Cîhanê de derketibû nava gel.
DILÊ BAVÊ MIN REHET E
Keça Mandela Makazîwe Mandela jî di axaftina xwe ya ji bo televîzyona CNN de anî ziman ku tişta ew dikarin bikin ewe ku ji bo bavê wê bi dilrehetî biçe koçî cîhana din bike, dûa bikin. Makazîwe Mandela got, "Wî gelek tişt da cîhanê. Ez bawerim dilê wî niha rehet e." Makazîwe her weha ji çapemeniyê jî xwest, ku hurmetê nîşanî jiyana wî ya taybet bide.
Makazîwe beriya daxuyaniya ku diyar kir rewşa Mandela krîtîke anîbû ziman, ku doktor bi awayekÎ herî baş li bavê wê dinêrin û hînê çavên xwe dikare veke.
NEXWEŞIYA PIŞIKÊ JI BER ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ YE
Mandela ku di navbera sala 1994-1999'an de weke yekemîn Serokkomarê Reşik li Efrîka Başûr dest bi wezîfeyê kir, weke lîderê têkoşîna li dijî nijadperestiyê tê qebûlkirin.
Mandela di dema rejîma Apartheîd de 27 salan li girtîgehê ma û dema li girtîgeha Robben ji sala 1980 û pê ve dihat ragirtin, bi nexweşiya weremê ketibû. Tê gotin, gava Mandela li girtîgehê di kana kevir de dihat karkirin, li pişika wî nexweşiyeke mayînde rû daye.
Mandela tevî ku demeke dirêj girtî ma jî, li dijminên xwe yên berê borandibû û banga aştiya navbera reş û spiya kiribû.
Nelson Mandela di heman demê de di sala 1993'an xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê ye.