Rewşa Mandela her diçe xerab dibe

Rewşa Mandela her diçe xerab dibe

Rewşa Nelson Mandela hêj di xeterê de ye. Berdevkê Çapemeniya serokatiyê, got Mandela girêdayê amûra bihndanê dijî. Serokwezîrê dewletê Jacop Zuma jî biryar da ku dê tevli civîna herêmî ya li Mozambîk pêk tê nebe.

Reşa Mandela ji 8’ê hezîranê heta niha her diçe girantir dibe. Hat hînbûn ku Mandela girêdayê amûrên bîhndanê dijî.

Duh di saetên êvarê de Zuma çû nexweşxaneya Pretorîa ya Mandela lê ye û got dê tevli civîna Mozambîkê nebe.

Di daxuyaniyeke ku hat dayîn de wiha hat gotin:“Rewşa Mandela krîtîke. Serokwezîr Zuma, ji doktorên wî agahî girt. Rewşa wî cidiye. Doktor çi ji destê wan tê dike.”

Rewşa Mandela ji dawiya hefteyê û vir de girantir bû. Di 8’ê hezîranê de rakiribûn nexweşxaneyê. Ev du sale ji ber kezeba sipî êşê dikişîne.

Ji eşîra Mandela, Napîlîsî Mandela piştî serdanê diyar kir ku girêdayê cîhazan dijî, em nekarin titşek bikin, ji ber vê em xemgînin.Sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî-moon daxuyaniyek da û got Nelson Mandela yek ji kesên herîm ezin yê sedsala 20’an de û got hemû mirovahî bo wî dua dikin.

DIXWAZE QUNU BÊ DEFINKIRIN

Serokên eşîra Thembus ya ku Mandela jî ji wan e, duh çûn serdana Mandela.Serdana serokên eşîrê piştî konserya malbatê ya Qunu pêk hat. Hate destnîşan kirin ku Mandela xwestiye ku li gundê Qunu ku zarokatiya wî li wir derbas bûye bê definkirin.