Rewşa girtiyê nexweş Donmez giran e
Parêzvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Tekîn Donmez.
Parêzvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Tekîn Donmez.
Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li ser hesabê medyaya dîjîtal çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Tekîn Donmez. Endama komîsyonê Nêrgiz Şahîn diyar kir ku li girtîgehan ji bo koronavîrusê tevdîrên pêwist nehatine stendin û girtî di bin rîskeke mezin de ne.
Şahîn diyar kir ku girtiyê nexweş Tekîn Donmez ji ber nexweşiya xwe gelek caran hewl daye xwe bikuje.
Şahîn bal kişand ser vî tiştî ku nexweşiya bîpolar û şîzofreniyê bi Donmez re heye û divê hemû girtiyên nexweş werin berdan.