Rewşa dawî ya li Mûsilê: Şer dewam dike
Li Mûsilê şer giran e. Çeteyên DAIŞ'ê sivîlan weke mertalên zindî ji bo xwe bi kar tînin.
Li Mûsilê şer giran e. Çeteyên DAIŞ'ê sivîlan weke mertalên zindî ji bo xwe bi kar tînin.
Li çar taxên Mûsilê yên di destê DAIŞ'ê de man e, di navbera çeteyan û artêşa Iraqê de şerekî dijwar diqewime. Hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê sivîlan ji bo parastina xwe weke mertalên zindî bi kar tînin.
Hêzên artêşa Iraqê, ku dixwazin herêma li rojavayê Mûsilê ya di destê DAIŞ'ê de ye bikin du parçe, li aliyê bakur li taxa Baba Sîncar û li başûrrojhilat jî ji taxa Sehê bi pêş ve diçin.
Hat ragihandin, şer bi giranî li taxên Zencelî û Sehê diqewime û artêşa Iraqê 40 ji sedî taxa Zencelî kontrol kiriye. Taxên Mûsil a kevn, Rasel Kor, Bab El Top, Bab El Seraya bi temamî di destê DAIŞ'ê de ne. Li taxên Zencelî, Bab El Sîncar û Sehê jî şer dewam dike.
Tê gotin, çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li êrîşên balafirên şer bigirin, sivîlan ji xwe re weke mertalên zindî bi kar tînin. Li gorî agahiyên ji aliyê artêşa Iraqê û çavkaniyên îstîxbaratê ve li çapemeniyê hatin belavkirin, çeteyan bi sedan sivîl li jêrzemînên du nexweşxaneyên li bajêr girtine.
Li aliyê din, polîsê federal ê Iraqê duh daxuyaniyek da û ragihand ku di encama lêgerînê de li taxa Şîfayê goreke komî ya ji 80 cenazeyan hatiye dîtin.