Rewşa dawî ya bûyer û êrîşên li Tehranê

DAIŞ'ê êrîşên li parlamenta Îranê û li dijî goristana Hûmeynî li xwe girt. Di van êrîşan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 37 kes jî birîndar bûn. Tê gotin, êrîşkaran çarşef li xwe kirine û bi vî rengî ketine nava avahiya parlamentê.

Hat ragihandin, DAIŞ'ê êrîşên li parlamenta Îranê û li dijî gora lîderê şoreşa Îslamî Hûmeynî, li xwe girtiye. Di êrîşê de 8 kes mirin, ku 4 ji wan êrîşkar in û 37 kes jî birîndar bûn. Der barê êrîşê de li malperên înternetê yên nêzî DAIŞ'ê daxuyaniyek hate weşandin. Di vê daxuyaniyê de, ji bo van herdu êrîşên hemwext tê gotin, "Şervanên DAIŞ'ê li Tehranê êrîşî gora Hûmeynî û parlamentê kirin."

ÊRÎŞÊN HEMWEXT

Li paytexta Îran Tehranê, îro saet di navbera 09:00-09:30 de 3 êrîşkaran êrîşî avahiya parlamentê, yekî jî êrîşî gora lîderê şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetûllah Hûmeynî kirin. Serokê îstîxbarata Îranê Îtlaatê jî ragihand, pêşî li êrîşeke din hatiye girtin. Serokê Îtlaatê agahî neda bê ev êrîşa bihata kirin, hedefa xwe ku bû. Serokê Îtlaatê ji gel xwest xwe ji metro, otobus û trênan vegire.

ÊRÎŞA LI PARLAMENTÊ

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, yên êrîşî parlamenta Îranê kirin, çarşef li xwe kirine û ketin nava avahiya parlamentê. Parlamenterê Tehranê Îlyas Hezretî agahî da medya Îranê û anî ziman, 3 êrîşkar ketin avahiya parlamentê, ku du ji wan bi çeka kalaşnîkovê, yek jî bi debanceyê bûn. Lê belê hin çavkanî jî îdîa dikin ku 4 êrîşkar ketine avahiya parlamentê. Tê gotin, li parlamentê di şer de 2 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.

TÊ GOTIN KU HATIYE KONTROLKIRIN

Hin çavkanî jî dibêjin, yek ji êrîşkaran bombe li ser xwe pêçandibû û tevî 4 kesên dîl girtibû bombeyên li ser xwe teqandiye. Televîzyona Îranê Press TV ragihand, yek ji êrîşkaran siyanu vexwariye û xwe kuştiye. Li gorî agahiyên dawî, 4 êrîşkarên li parlamentê hatine kuştin û êrîş hatiye kontrolkirin.

ÊRÎŞA LI GORA HÛMEYNÎ

Di heman demê de, li herêma ku gora lîderê şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetûllah Hûmeynî lê ye, êrîşek hatiye kirin. Ajansên nûçeyan ên Îranê û qenala televîzyonê ragihandin êrîşa xwekujî li gora Hûmeynî hatiye kirin. Hat ragihandin, di êrîşê de kesek mirî ye, 5 kes jî birîndar bûne. Her wiha tê gotin, jineke li wê herêmê bû, bi gumana ku karibe êrîşkara xwekuj be, hatiye binçavkirin.

Waliyê Tehranê diyar kir, êrîşkarekî li ser tirbê bombeyên li ser xwe pêçandibû teqandiye, yek jî hatiye kuştin. Ajansa Nûçeyan a Mehr ragihand, êrîşkarê li ser tirba Hûmeynî xwe teqandiye, jin e..

AGAHIYÊN HEVNEGIRTÎ

Li ser bîlançoya êrîşên hemwext ên li Îranê hê agahiyeke zelal bi dest neketiye. Tê gotin, 37 birîndar rakirine nexweşxaneyê, lê belê 2 kes nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan.

Di vê navberê de piştî her du êrîşan gelek agahiyên hevnegirtî di medya Îranê de tên weşandin. Ajansên Îran, Mehr, Tesnîm û Farsê, li ser hejmara êrîşkaran, şêweyê êrîşê, hejmara mirî û birîndaran agahiyên hevnegirtî diweşînin. Her wiha hê zelal nebûye ku ji miriyan çend heb sivîl in, çend êrîşkar in û çend wezîfedarên ewlekariyê ne.