Rewşa bersûcên Komkujiya Sêwasê 'sira dewletê' ye?

Rewşa bersûcên Komkujiya Sêwasê 'sira dewletê' ye?

Serdozgeriya Komarê ya Sêwasê, ji bo rewşa tenduristiyê ya bersûcên doza Komkujiya Sêwasê ku ji bo rapora "Nikare li Girtîgehê bimîne" anîn Girtîgeha Metrîsê, mûameleya "sira dewletê" kir. Ji bo parêzer Şenal Sarihan ê agahî xwest jî bersiva "Em nikarin agahiyan bidin" hat dayîn.

Serdozgeriya Komarê ya Sêwasê, ji bo rewşa tenduristiyê ya bersûcên doza Komkujiya Sêwasê ku ji bo rapora "Nikare li Girtîgehê bimîne" anîn Girtîgeha Metrîsê, bersiva "Em nikarin agahiyan bide" daxwaza wergirtina agahiyan.

Ji destpêka meha Hezîranê û vir ve ji gelek girtîgehên li Tirkiyê, nêzî 30 girtiyên siyasî yên Kurd ên nexweşên giran ji bo wergirtina rapora tiba edlî anîn Girtîgeha Metrîsê. Lê belê bi tenê 2 ji wan hatin berdan.

Saziya Tipa Edlî ji bo girtiyên din rapora "dikare li girtîgehan bên ragirtin" da.

Bersûcên Komkujiya Sêwasê jî ji bo wergirtina "rapora serbestberdanê" anîn Girtîgeha Metrîsê.

NEXWEŞIYÊN WAN NAYÊN ZANÎN

Berpirsyarên komkujiyê, li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê di kontrolê re hatin derbaskirin. Der heqê nexweşiyên berpirsyarên komkujiyê ku tê payîn ji Girtîgehên T û R yên hejmara 2. a Metrîsê raporê bistînin, heta niha ji raya giştî re ti daxuyanî nehatiye dayîn. Her wiha di rapora girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan de navên wan derbas nabe.

Li ser vê yekê, parêzerê mexdûrên Komkujiya Sêwasê Şenal Sarihan ji Dozgeriyên Sêwas, Enqere û Stenbolê û Wezareta Karên Hundir re daxwazname şand û ji wan pirsî ka hejmara kesên anîne Metrîsê çend e, kî ne û asta nexweşiyên wan çi ne.

Serdozgeriya Komarê ya Sêwasê bersiv da serlêdanê û got, "Em nikarin agahiyan bidin." Serdozgeriyê ji bo vê yekê jî ti sedem nîşan neda.

Ji saziyên din hînê bersiv nehatiye.