Rewşa acîl a ewlekarî û tenduristiya Ocalan...-Selahattîn Erdem

"Ji ber ku rewşa niha gelek hesas e, lewre em daxwaza gelê Kurd a hînbûna rewşa tenduristî û ewlehiya Rêber Ocalan tînin ziman... Nexwe eger rewşa niha berdewam bike, divê herkes bizane ku wê şerê hundirîn geştir bibe."

Ji 27'ê Tîrmeha sala 2011’an ve nahêlin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bîne. Ev pênc sal in daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Rêber Ocalan re bi bahaneyên pûç û vala yên wek: 'Koster xerabe ye, muxalefeta hewayê heye' tê redkirin. Pir zelal e ku herçiqas navê zindana Îmraliyê wek 'girtîgeh' jî bê pênasekirin, lê qanûnên girtîgehan lê derbas nabe. Herwiha divê ne wek girtîgeh, wekî 'Mala Rehîneyan' bê pênasekirin û binavkirina herî baş jî ev e.  
 
Rêber Abdullah Ocalan ne tenê 5 sal in li Îmraliyê ye, ji 16 ê Sibata sala 1999 an ve, ango tam 18 sal in li Îmraliyê tê girtin. Heta beriya pênc salan, li gel qutbûnên carbicar jî, hevtînên bi malbatê û yên bi parêzeran re pêk dihatin. Lê di van pênc salên dawiyê de hevdîtinên bi parêzeran re nayên kirin û bi biryarên siyasî, bi awayekî keyfî tên astengkirin. Eger li Îmraliyê hevdîtinên bi parêzeran re ne di cih de bin, nexwe heta beriya pênc salan çima pêk dihatin? Na, eger hevdîtinên bi parêzeran re mafek be, nexwe çima ev pênc sal in bi biryarên keyfî têne astengkirin? Her wisa bi awayekî vekirî û zelal derdikeve holê ku li Îmraliyê ne pergala girtîgehê, mirovên li wir wekî rehîne tên girtin.  
 
Li aliyê din her çiqas Rêberê Gelê Kurd ji hin dozan ceza girtibe jî, hin dozên ku berdewam dikin jî henin. Divê li ser wan babetan parêzerên xwe bibîne û parastina xwe amade bike. Dîsa ev 18 sal in li îşkencexaneya Îmraliyê wek rehîne tê girtin. Divê li ser wan babetan jî çavdêriya hincetên hiqûqî û pêşketina pêvajoya dadgehê bişopîne. Ji bo van hemûyan jî divê bibe xwedî agahî û parêzerên xwe bibîne. Lê ev pênc sal in ji van hevdîtinan bêpar e û bi nivîsandinên bêencam ve hewla çareserkirina pirsgirêkan dide.   
 
Li aliyê din, ji 5'ê Nîsana 2015'an ve ku teqrîben 16 meh in bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ti hevdîtin nayên kirin. Herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de şandeyeke HDP'ê ew dîtibûn. Piştî wê, ev 16 meh in daxwazên hevdîtinan yên şandeya HDP ê, parêzeran û yên malbatê bi bahaneyên pûç û vala tên redkirin, daxwazên hevtînê yên xwişk û bira û yên xwarziyên Rêber Abdullah Ocalan jî nayine qebûlkirin. 
 
Redkirina hevdîtina malbatê ya li dû hevdîtina parêzeran niha dîmeneke balkêş derdixe holê. Derdikeve holê ku li Îmraliyê ne girtîgeh heye, wargeheke li gorî zindanxaneyên Serdema Navîn e. Kesên ku li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birin Îmraliyê jî, bi heman kiryaran ve rûbirû ne. Ew jî ne dikarin parêzerên xwe û ne jî malbatên xwe bibînin. Eger desthilata siyasî bixwaze herkes û hertişt dikare biçe Îmraliyê, lê eger nexwaze kesek jî nikare biçe. Herwiha ti tiştekî bi hûqûqê ve girêdayî li holê nîne. Li Îmraliyê her tişt bi biryarên siyasî ve tê birêvebirin.  
 
Di vê sala dawiyê de tekane koma çûyî Îmraliyê şandeya CPT'ê (Rêxistina Pêşîgirtina li Îşkenceyê) ye. Li gel ku di ser çûna wan re 3 meh jî derbas bûyîn, ji şandeya navborî jî ti daxuyaniyeke ku raya giştî dilrehet bike, nehatiye belavkirin. Her wisa di serî de malbata wî, gelê Kurd û tevahiya raya giştî ya demokratîk ji tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in. 
 
Vê gavê li van hemûyan, hewldana cuntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û îlana rewşa awarte ya 20'ê Tîrmehê jî zêde bûye. Hewldana cuntaya 15'ê Tîrmehê ne bûyereke  hêsan e. Tirkiye heta niha gelek cuntayên sivîl, leşkerî û muxtira dîtin. Mirov dikare siyaseta wan a demdemî jî di karektera cuntayan de binirxîne. Lê di yek ji wan de jî mîna yên di 15'ê Tîrmehê de êrîşên tund û hişk pêknehatin. Wek mînak, meclîs, serokkomarî, MÎT û navendên emniyetan nehatin bombekirin. Balafirên şer, helîkopter, mîtralyoz nehatin bikaranîn. Li ser kolanan şerê leşkerên cuntaxwaz û gelê sivîl neqewimîn. Ev hemû bi tenê di hewldana cuntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê de pêk hatin. 
 
Bi kurtahî, di dema hewldana cuntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê de di serî de Tayyîp Erdogan, hikûmeta AKP'ê, rêveberiya wê û tevahiya civakê  tehlûkeyeke mezin derbas kirin. Bi rastî jî Tirkiye demeke şer a hişk ku hîç li bendê nebû, jiya. Him jî ev ji saziya ku wek 'roniya çavên xwe' dihesibandin, ji artêşê hat. Baş e, aliyê vê tehdît û êrîşê yê Îmraliyê çawa encam da? Niha gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk vêya meraq dike û dixwaze hîn bibe. Daxuyaniyên ji wezareta edaletê tên belavkirin têr nakin û ne yên baweriyê ne. 
 
Li aliyê din, helwesta Rêberê Gelê Kurd a li dijî cuntayan baş tê zanîn. Kesê ku têkoşîna herî mezin a li dijî cuntaya faşîst a 12'ê Îlonê dayî û di wendekirina wê de serokatiya tevgera li dijî cuntayê kiriye ye. Dîsa bi kiryara xwe ve helwesta herî zelal a li dijî muxtiraya 28'ê Sibatê eşkere kir. Gava em li van rojan binêrin, dîsa helwesta herî bi rûmet a li dijî hewldanên 17 û 25'ê Kanûnê danî û di valaderxistina wan hewldanan de roleke sereke lîst.  
 
Gelo ev kesên ku hinde dirinde û êrîşkar in, mirov dikare bawer bike ku li dijî Rêberê Gelê Kurd jî êrîş û cuntayan plan nekiribin? Diyar e ku ti kesek jî berevajiyê vêna fikir nake. Her wiha herkes dixwaze bandora 15'ê Tîrmehê ya li ser Îmraliyê jî hîn bibe. Bi taybetî hesasiyeta gelê Kurd a di vî der barî de tê zanîn. Gel her roj li kolanan diqîre û dibêje; nêzîkbûna li rêbertiya me, egerên şer û aştiyê ne.  

Bêguman, dewama vê jî heye. Hewldana cuntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê hatiye tepisandin, lê piştre rewşa awarte ya 20'ê Tîrmehê hatiye îlankirin. Li dijî rewşa awarte ya cuntaya leşkerî, rewşa awarte ya cuntaya sivîl pêkhatiye. Piştî îlankirina rewşa awarte ya sivîl bi deh hezaran mirov ji kar tên avêtin, tên girtin, bi dehan rojname, kovar, televîzyon, zanîngeh û dibistan tên girtin. Bi kurtahî li Tirkiyeyê erd diheje. Bi gotineke din; her der û dever di nav mij û dûmanê de ye. Piştî êrîşa 24'ê Tîrmeha 2015’an şerê navxweyî ya bi hewldana cuntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê ve destpê kirî, li her derê Tirkiyeyê bi berfirehî berdewam dike.  
 
Helbet bandora van bûyeran a li ser Îmrali û Rêberê Gelê Kurd di mêjiyê gelê Kurd û gelek mirovan de pirsên girîng in. Gelê Kurd û raya giştî dixwazin bandora vê nêçîra jinavbirinê ya Tayîp Erdogan dayî destpêkirin, ya li ser Îmraliyê jî hîn bibin. Di hawireke wiha ya şerê navxweyî de rewşa tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa ye? Divê ji vê pirsê re bersiv were dayîn. Lewre çalakiyên 'Ji Ocalan re azadî' li her derê, li hundir û li derve bi awayekî girseyî tên lidarxistin û berdewam in. Wisa tê gihiştin ku wê ev çalakiyên navborî heta agahiyeke berfireh ji Rêberê Gelê Kurd bê girtin, wê li her deverê belav bibe û berdewam bike.      
 
Eger hûn bala xwe bidinê, em li vir hîç behsa zext, îşkence, tehdît û tecrîda giran a 18 salên li Îmraliyê nakin. Lê ev hemû jî hene. Ji ber ku rewşa niha gelek  hesas e, lewre em daxwaza gelê Kurd a hînbûna rewşa tenduristî û ewlehiya Rêber Ocalan tînin ziman. Divê hêzên hundirîn û derveyî yên ji Îmraliyê berpirsyar in vê rastiyê bibînin û bersiv bidin daxwaza gelê Kurd. Nexwe eger rewşa niha berdewam bike, divê herkes bizane ku wê şerê hundirîn geştir bibe. 
 
Wek nimûne. Tayîp Erdogan û AKP behsa jinûve sazkirina Tirkiyeyê dikin. Rast e, divê  dîktatoriya ku dijminahiya Kurdan hildiberîne, komkujiyê dike; netewe dewleta faşîst ji bingehê ve bê guhertin. Lê ev wê çawa çêbe? Bi daxwaza Tayîp Erdogan bi tenê nabe. Divê herkes tevlî vê jinûvesazkirinê bibe. Jinûvesazkirin di rewşa niha ya şerê navxweyî û ya terorê de pêk nayê. Ji bo vê jî divê hawira agirbestê û ya aştiyê çêbe. Dîsa, jinûvesazkirineke bê Kurdan, demokratîk nabe. Ji ber vê jî, divê gelê Kurd bi vîna xwe ya azad, tevlî vê jinûvesazkirinê bibe.  
 
Ji bo van tevan jî, beşdariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tekane kesê dikare aştiya Kurd û Tirkan ava bike ye, pêwîst e. Divê herkes bizane ku bê beşdariya Rêber Ocalan li Tirkiyeyê ne aştî û yekîtî, ne jî jinûve-avakirineke demokratîk pêk tê. Ji bo yên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, dîtina vê rastiyê merceke nebe nabe ye. Ji bo gelê Kurd û hêzên demokratîk jî, Rêber Abdullah Ocalan misogeriya aştî, yekîtî û demokrasiyê ye, divê heta bidestxistina azadiya wî, em bênavber di nav çalakî û xebatê de bin. Tekane pîvana şoreşgerî û ya demokratbûnê jî ev e.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA