BI DÎMEN

Rêveberiya Xweser ji bo penaberan zend û bend ba daye

Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed got, ji bo karibin bersivê bidin pêwîstiyên penaberên Sûriyeyî divê saziyên mirovî yên navneteweyî û NY piştgiriya wan bikin.

PENABERÊN JI LUBNANÊ TÊN ROJAVA

Hevserokê Ofîsa Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed têkildarî penaberên Sûriyeyî yên ji aliyê Lubnan, Tirkiye û dewletên din ên herêmê ve têne dersînorkirin axivî. Her wiha diyar kir ku deriyên Rêveberiya Xweser li van penaberan vekirî ne û li ser rewşa giştî ya bicihkirina penaberan a li herêmê ji ANF'ê re axivî.

Şêxmûs Ehmed destpêkê bi bîr xist ku ji ber siyaseta Tirkiyeyê di salên dawî de êrîşên nijadperestiyê yên li ser penaberên Sûriyeyî zêde bûne û got, "Demeke, her wiha bi salan e bi taybetî li ser penaberên Sûriyeyî yên koçî Tirkiyeyê, Lubnanê û dewletên din ên herêmê kirine gelek êrîşên nijadperestî têne kirin. Ji ber vê yekê jî Rêveberiya Xweser weke wezîfeyeke exlaqî ji bo welatiyên xwe deklarasyonek ji saziyên navneteweyî re weşand ku mafên mirovan, mafên koçberan diparêzin. Di beşeke vê deklerasyonê de ku Nîsana 2023'an hate weşandin, qala penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê hate kirin ku gef li wan tê xwarin, têne dersînorkirin, nijadperestî li wan tê kirin û têne girtin.

Rêveberiya Xweser bi rêya vê deklarasyonê diyar kir ku eger piştgiriyek ji qada navneteweyî bê kirin ew amade ne koçberan pêşwazî bikin. Lê belê ji hingî ve bersiveke erênî ji vê deklarasyonê re nehatiye dayin. Rojên dawî ji ber şerê navbera Hîzbûllahê û artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê gelek penaber hebûn ku hin ji wan jiyana xwe ji dest dan, hinek jî neçar man bi malbata xwe koç bikin. Ji bo ev penaberên koçberbûyî karibin xwe bigihînin qadên Rêveberiya Xweser nûnertiyên me yên li Lubnanê kar kirin. Rêveberiya Xweser ji bo vê rewşê ji xwe maseyeke krîzê ava kir û bi raya giştî re parve kir.

Sedema van êrîşên nijadperestiyê yên li ser penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiye û Sûriyeyê çi bûn? Dewleta Tirk hem li hemberî penaberên Sûriyeyî yên li nava Tirkiyeyê hem jî têkildarî penaberên Sûriyeyî yên li nava Lubnan û Iraqê siyaseteke qirêj dimeşîne. Dewleta Tirk dixwaze alîkariyên giştî yên ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo penaberan tên û vekirina deriyên bazirganiyê bixe bin kontrola xwe. Dixwaze van deriyan tenê di navbera xwe û Sûriyeyê de veke û alîkariyên mirovî jî di ser Tirkiyeyê re bide derbaskirin. Dewleta Tirk ji xwe bi salan ji bo penaberên Sûriyeyî bi milyaran dolar alîkarî ji Yekîtiya Ewropayê wergirt. Her wiha bi sedan ciwanên Sûriyeyî weke leşker ji bo xwe bi kar anî. Ev iwan jî li Lîbya, Azerbaycan, Başûrê Kurdistanê û Rojava di êrîşên dagirkeriyê de bi kar anî. Her wiha Iraqê jî biryara dersînorkirina penaberên Sûriyeyî wergirtiye. Dema ku mirov bi rengekî giştî li van kiryaran binihêrin, nêzîkatiyên li derveyî mirovahiyê ne; binpêkirina mafên koçberan e. Neteweyên Yekbûyî, saziyên ser bi wê ve û saziyên din ên mafên mirovan ên navneteweyî divê li hemberî vê helwesteke şênber nîşan bidin. Lê belê heta niha van saziyan û dewletan ji bo koçberan helwest nîşan nedane, biryara xwe diyar nekirine."

'RÊVEBERIYA XWESER JI BO DERBASBÛNA BI EWLE YA PENABERÊN SÛRIYEYÎ DIXEBITE'

Ehmed işaret bi hewldana dewleta Tirk a ji bo guhertina demografiya herêmê kir û got, "Rêveberiya Xweser bûyerên têkildarî rewşa koçberan timî dişopîne. Bi taybetî koçberên li Tirkiye û Lubnanê ji nêz ve dişopîne. Ji ber ku dewleta Tirk bi zorê gelek penaberên Sûriyeyî şand herêmên ne yên wan. Armanca dewleta Tirk a ji vê yekê guhertina demografiya herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi taybetî li herêmên Efrîn, Serêkaniye û Girê Spî şêniyên xwecihî bi zorê derxist, li şûna wan jî mirovên ji herêmên Şam, Hema, Hûmsê koç kirin bi cih kir. Ev rewş bi xwe binpêkirina qanûnên mafên mirovan e. Ji ber ku li gorî qanûnên mafên mirovan, divê ji her penaberî re derfet bêne afirandin ku bi rengekî ewle karibe li cih û warê xwe vegerin. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser hem ji aliyê dîplomatîk hem jî ji aliyê hiqûqî ve dosyayek amade kir û pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir. Her wiha Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî haya xwe ji vê heye. Dosya radestî saziyên mafên mirovan û mafên koçberan re hate kirin û bi raya giştî re hate parvekirin.

Ji bo penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê bi rengekî ewle derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, heyetek hate avakirin. Ev heyet di kar, nîqaş û diyalogên xwe de radigihîne ku ji bo penaberên Sûriyeyî yên dixwazin derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin deriyê Rêveberiya Xweser li wan vekirî ne. Ji bo şert û merc, her wiha derfet ji derbasbûna van penaberan re bêne afirandin bi hemû saziyên pêwendîdar re kar tê kirin. Heta niha hejmarek ji penaberan derbasî qadên me bûn. Lê belê diyar e ev hejmar wê dema pêş hîn zêde bibe. Gelo wê Rêveberiya Xweser karibe pêşwazî bike? Yan jî xwedî van derfetan e? Ev rewş jî bi piştgiriya saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî ve girêdayî ye. Ji ber ku derfetên li ber destê Rêveberiya Xweser heta astekê ne. Her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesekinîne. Dewleta Tirk êrîş bir ser binesazî, depoyên avê, stasyonên elektrîkê û qadên jiyanê yên gel; her wiha nuqteyên nêzî kampên penaberan ên li qadên rêveberiya xweser ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatin bombekirin. Ji ber vê yekê divê saziyên navneteweyî piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser. Bi vî rengî wê Rêveberiya Xweser karibe hejmareke zêde ya penaberan pêşwazî bike. Eger piştgiriyeke bi vî rengî neyê dayin Rêveberiya Xweser wê tenê karibe xelkê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwazî bike û piştgiriyê bide. Ji ber vî bendewariya me ew e ku alîkariyeke bi vî rengî bê dayin, alîkarî jî bi taybetî derbasî herêma me bibe, ji bo vê jî deriyê Til Koçer bê vekirin. Ji ber ku alîkariya bi rêya Şamê tê, beşeke mezin tê desteserkirin û tenê beşeke biçûk digihêje vê herêmê."

'HIKUMETA ŞAMÊ JI BO DERBASBÛNÊ PERE JI PENABERAN DIXWAZE'

Şêxmûs Ehmed di dewama nirxandina xwe de got, "Temamiya penaberên li Lubnanê Sûriyeyî ne. Gelek mirovên ji şer bi taybetî jî ji dagirkeriya dewleta Tirk reviyan li wê derê bi cih bûn û dest bi kar kirin. Piraniya van penaberan jî ji wan mirovan pêk tê ku hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê biryara girtina wan wergirtine. Niha jî beşeke mezin a van penaberan ên derbasî qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne, ew penaberên ji van herêman e. Li gel vê yekê penaberên ji herêmên din ên Sûriyeyê jî hene. Her wiha hinek ji wan jî ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne.

Weke min got, eger welatiyên Sûriyeyê hemû bixwazin derbasî herêmên me bibin, deriyên me li wan vekirî ne. Lê belê ji bo vê jî divê alîkarî ji sazî û dewletên navneteweyî bê. Li Lubnanê komîteyek heye ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin. Ev komîte ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberên Sûriyeyî demeke dirêj e dixebite. Bi taybetî Komîteya Newrozê ya Rabîtatê bi ser Rêveberiya Xweser ve li Beyrûdê kar dike. Ev komîte bersivê dide pêwîstiyên penaberên ku nikarin kirêya mala xwe bidin. Komîte bi saziyên mirovî yên li nava Lubnanê, bi saziyên dewleta Lubnanê û saziyên alîkariyê yên mirovî yên din re dixebite û ji bo penaberên ji Lubnanê derkevin derbasî qadên rêveberiya xweser bibin kar dike. Maseya krîzê ya li Rojava hate avakirin û komîteya li Lubnanê rojane di nava diyalogê de ne.

Hikumeta Şamê divê ji derbasbûna penaberên ji Lubnanê tên bibe alîkar; ev yek wezîfeyeke mirovî ye. Lê belê mixabin hikumeta Şamê destpêkê ji bo her penaberên derbas dibin dayina sed dolarî ferz kir. Ev yek jî ji bo penaberên ku tenê kincê wan li ser wan hebû, gelekî zehmet bû. Tê gotin, hefteya dawî ev kiryar hatiye rawestandin; lê belê ev rewş wê heta kengî dewam bike nediyar e. Hikumeta Şamê ji bo derbasbûna penaberan divê deriyan veke. Ji bo penaberên dixwazin derbasî herêma me bibin divê bersivê bide pêwîstiyên wan, qet nebe şert û mercên derbasbûnê biafirîne. Lê berevajî vê yekê heta niha gelek penaber li aliyê Sûriyeyê yan jî li ser sînor asê mane.

Ji bo ev penaber derbasî herêma me bibe wesayitên pêwîst nîne. Ji ber vê jî Rêveberiya Xweser li herêma xwe hemû amadekarî kir. Em ê penaberên ku derfetên xwe nîne bigihînin cihê ku dixwazin. Eger mal û zeviyên xwe hebin ew ê ji xwe biçin wê derê. Lê belê yên ku derfetên xwe nîne, me ji bo wan kamp amade kirin. Ji bo penaberên ku cihekî biçin nîne me sê kamp amade kir. Yek ji van kampa Ednaniyê ye, li Reqayê ye. Xelkê Serêkaniyê û Girê Spî ji ber ku cihê wan hatiye dagirkirin wê li Kampa Newrozê bêne bicihkirin. Her wiha kampa Erîşa heye. Bi vî rengî em ê piştgiriyê bidin gelê xwe û karê derbasbûna ji bo herêmê hêsan bikin."