'Rêveberiya Demî niştimanî û demokratîk e'
'Rêveberiya Demî niştimanî û demokratîk e'
'Rêveberiya Demî niştimanî û demokratîk e'
Endamên Desteya Avakirina Rêveberiya Demî yên Ereb, Suryan û Çeçen destnîşan kirin ku rêveberiya demî projeyeke sivîl û niştimanî ye û anî ziman ku PYD'ê bi rêbazeke demokratîk ev proje pêşkêşî hemû pêkhateyan kiriye. Endamên Desteyê diyar kirin ku ji Til Koçer heta Efrînê hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê di nava rêveberiyê de tên temsîlkirin.
Endamên Desteya Avakirina Rêveberiya Demî yên Ereb, Suryan û Çeçen, Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re vegotin.
Endamê Desteyê yê Ereb Amir Şêx Helûş ne li dijî zagonên navneteweyî ye, projeyek sivîl, niştimanî û demokratîk e. Helûş got, "Kesên ku projeya Rêveberiya Demî xetere dibînin, dema ku gelê me birçî û tazî bû û zarokên me di serma zivistanê de diqefilîn, li ku derê bûn. Ev aliyênhan, ji ber ku proje li dijî berjewendiya wane van daxuyaniyan didin. Projeya me ya Rêveberiya Demî ne li dijî zagonên navnetewî ye, projeyeke sivîl, niştimanî û demokarîke. Beriya sal û nîvekê kar û xebatên ji bo vê projeyê tên meşandin. Bi rastî ez matmayî mame çima êrîşî vê projeya demokrasî û biratiya gelan dikin."
'PYD'Ê PROJEYEKE DEMOKRATÎK PÊŞKÊŞ KIR'
Helûş destnîşan kir PYD heta niha nêzîkatiyekî demokratîk nîşan daye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Rastî yek ji qedera Kurdan ew e ku zulim li wan hatine û hemû xebatên wan wekî di çarçoveya parçebûnê de pêk tînên, hatine binavkirin. Niha ku Kurdek febrîqayek şîr veke wê bêjin ku ev ji bo parçebûna welat hatiye kirin. PYD'ê beriya her kesî ev proje bi awayekî demokratîk ji hemû pêkhateyên herêmê re pêşniyar kir. Bi rastî Kurdên ên di nava ENKS'ê digotin emê tenê bi siyasetmedar re rûnên. Em bi oldaran û kesayêtinên din re rûnanên, tenê divê projeyeke siyasî be. Lê bi rastî PYD projeyek Demokratîk ji me re pêşkêş kir û proje li dijî parçebûna Sûriyê ye û nabêjin ku ew herêmek federal dixwazin. Kesên li derve dijîn wê baş dizanin, lê ji ber ku li derveyî berjewendiyên wane nerazîbûna nîşan didin. Em rêveberiya herêmên xwe dikin û kesê tevlî projeyê ne bûye ez bawerim di demeke pêş de dê tevlî projeyê bibin.”
'JIN WÊ DI RÊVEBERIYA DEMÎ DE XWEDÎ NÛNERIYEKE XURT BE'
Endama Desteya Avakirina Rêveberiya Demî ya Yekîtiya Jinên Sûryanî ya Qamişlo Nezîra Goriyê li ser beşdarbûna jinan diyar kir xebatên wan hêj negihiştiye asta dixwazin û got; “Hûn dibînin ku jin di civînan de nûnertiya xwe dikin. Me ji destpêkê ve biyar dabûn ku dê jin ji 35 heta 40 ji sedî nûnertiyê bike û hemû di desteyan de cihê xwe bigirin. Jin di dema berê de nûnertiya civakê dikir û weke Xwedawenda bûn. Niha nûnertiya jinan di nava Rêveberiya Demî negihaştiye ji sedî 40, lê em ê ji bo ku jin nûnertiyek li ser bingeha xwezaya xwe bikin xebatên xwe bimeşînin.”
'JI TIL KOÇER HETA EFRÎNÊ HEMÛ PÊKHATE DI RÊVEBERIYÊ DE TÊN TEMSÎLKIRIN'
Endamê Desteya Bilind ê Çeçen Kamil El- Exter jî destnîşan kir ku ew weke neteweya Çeçen di nava Rêveberiya Demî de cih digirin û destnîşan kir ku ji Til Koçer heta Efrînê hemû pêkhate di nava rêveberiyê de tên temsîlkirin.
El Exter got, “Em nabêjin ku em nûnertiya hemû Çeçenan dikin, lê emê hewl bidin nûnertiya hemû Çeçenan bikin. Di vê projeyê de hemû pêkhate hene. Gelek hêz dixwazin Rêveberiya Demî wek xebatek partiyekê nîşan bidin, lê ev ne rast dibêjin. Di nav Rêveberiya Demî de hemû pêkhate û nûnerên hemû beşan ji Til Koçer û heta Efrîn têne cihê xwe têde digrin.”