Rêveberên Halkevlerî hatin destgîrkirin

Di serdegirtinên li Enqerê yên malan de serokên şaxê Halkevlerî yê hatin destgîrkirin.

Di saetên sibê de li Enqerê avêtin ser şaxên serokan û şaxên Halkevlerî yê. Di serdegirtinên li şaxên Eryaman, Keçîoren, Tuzlûçayir, Mûtlû û Îlkerê malên serokan lêgerîn kirin. Piştî lêgerînana serokê 4 şaxan destgîrkirin.

Halkevlerî yê têkildarî operasyonê ev tişt got: “Rê nehatiye dayîn ku endamên şax û MYK’ê yên me tevlî lêgerînan bibin, rê nedane ku bikevin şaxan. Ji ber ku yekîneyên operasyon kirine ti agahî parvenekirine û belge neweşandine, em nikarin têkildarî operasyonê agahiyek parve bikin. Lê em dizanin Halkevlerî nasnameyeke ya muxaleftê ye, ji bo vê ye ev operasyon. Nikarin Haklkevlerî yê bêdeng bikin.”