Rektorên NY: Bi hincetên têkoşîna bi ‘terorê’ re êrîşî mafê bingehîn dikin
Di 34’emîn rûniştina mafê mirovan a Konseya Mafê Mirovan a NY’yê de, rexneyên li dijî Tirkiyeyê didomin.
Di 34’emîn rûniştina mafê mirovan a Konseya Mafê Mirovan a NY’yê de, rexneyên li dijî Tirkiyeyê didomin.
Di 34’emîn Rûniştina Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, li buroya Civêvê didome. Di rûniştina îro de piştî rapora têkildarî tinekirina mîrasê çandî û îxlalkirina mafê mirovan a ji ber çavkatiya xwe ji antîterorê digire, nêzîkatiyên xibab û êrşkeceyê ya rektoriya NY ya hefteya bihurî û şûnde têkildarî mijarê, gotûbêj dewam kir.
Têkildarî mijarê ewilê rektorê taybet ê NY’yê amafê axaftinê girt û diyar kir ku divê têkildarî guherîna di çarçoveya distûra têkoşîna bi terorê re bê kirin, bal kişand ser ji ber van distûran îxlalên mafê mirovan û çanda gelan tê tinekirin.
REKTORÊN NY BANGA LI GORÎ HIQUQA NAVNETEWEYÎ BIBIN, KIR
Rektoran ji ber îxlalên mafê mirovan ên di bin navê têkoşîna bi terorê re Tirkiye jî di nav de welatên bi wî rengî hatin rexnekirin, bang hate kirin ku divê dewlet li gorî distûrên hiquqa navneteweyî tevger bikin. Raporteran wiha got: “Dewlet an jî hikûmet, saziyên civaka sivîl ên li dijî polîtîkayên di bin navê ‘Têkoşîna bi terorê’ de weke ‘terorîst’ binav dikin.”
Raportorên NY ji ber polîtîkayên zayetparêz û şideta li ser jinê ya ji aliyê dewletê ve tên kirin fikarên xwe anîn ziman, diyarkirin ku divê dev jî siyaset û kiriyarên xwe yên li dijî jinan ên cudakariyê bi dawî bikin.
DI BIN NAVÊ TÊKOŞÎNA BI ‘TERORÊ’ RE ÊRÎŞÎ MAFÊN BINGEHÎN DIKIN
Piştî rapotoran hine nûnerên dewletan û hinek rêxistinên mafê mirovan jî têkildarî raporê fikrên xwe anîn ziman, Tirkiye jî di nav de welatên rêz ji mafê mirovan re nagirin sûçdar hatin dîtin û bi tundî hatin rexnekirin.
Nûnerên dewletan destnîşan kir ku hinek hikûmt di bin navê têkoşîna bi terorê re mafê derbirînê tine dihesibîne, êrîşî rêxistinên civaka sivîl û çapemeniyê dikin, hat diyarkirin ku divê ev welat rêz ji mafê bingehîn ên gel re rêz û bi hurmet bin.
Nûnerên Yewnanîstan û Ermenîstan ên ku têkildarî îxlalên mafê mirovan ên ku çavkaniya xwe ji pirsgirêkên Qirbirs û Karabgê digirin axivîn, polîtîkayên dewleta Tirk a li ser van herêman dide kirin bi zimanekî tûj hate rexnekirin.
TIRKIYE: LI WELATÊ ME MAFÊ MIROVAN NAYÊ ÎXLALKIRIN
Piştî gotûbêjên hatin kirin û şûnde di dema bersivdayînê de nûnarê Tirkiyeyê yê ku mafê axaftinê girt, rexneyên rektorên NY û nûnerên dewletan ên têkildarî îxlalên mafê mirovan ên li Tiriyeyê tên kirin qebûl nekir, îxlalên mafê mirovan ên hatine bi belgekirin rastiyan ranaxe berçavan û ne rast in.