Rejîmê dîsa Tilkoçer bombebaran kir

Rejîmê dîsa Tilkoçer bombebaran kir

Balefirên rejîmê îro piştî nîvroj gundê Tilkoçer û çend gundên derdora wê bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî balefirên rejîmê piştî nîvro gundên Tilkoçer, Tilelo, Tilmişhen û Elsehrîc bombebaran kirin. Di dema bombebaranê de komên çekdar ên ku li gundan bicîh bibûn jî bi doçkayan bersiv da balefiran. Hate ragihandin ku, di bombebaranê de tu ziyan negihiştiye welatiyan. 

Balefirên rejîmê duh jî gundê Tilkoçer bombebaran kiribû û di encamê de gelek kes birîndar bibûn.