Rejîma Sûriyê 5 hezar kes ji Edra yê derxistin

Rejîma Sûriyê 5 hezar kes ji Edra yê derxistin

Wezîrê Kar û Barên Civakî yê Suriyê Kenda El Şemat got ku,  ji ber şer û pevçûnan hêzên rêjîmê zêdetirî 5 hezar welatî ji bajaroka Edra ya girêdayî paytext Şamê derxistine.

Wezîra Kar û Barê Civakî yê Sûriyê Kenda El-Şemat ji ajansa Fermî ya Sûriyê SANA re axivî û got ku ji ber şer û pevçûnên 2 hefteyan berê li herêma bajaroka Edra ya Şamê di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozisyonê de derketin, hêzên rêjîmê duh zêdetirî 5 hezar kes ji bajarokê derxistine.

El-Şemat îdîa kir ku wan welatî di riya hêzên rêjîmê re derxistine û ew li cihekî bi ewle bicih kirine.

Li bajarokê Edra ya Paytext Şamê ji beriya 2 hefteyan di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê şerên dijwar derketibûn. Saziyên çapemeniya rêjîmê îdîa kirin ku çekdarên opozisyonê li wir komkujî pêk anîne.

Li aliyê din hin malperên înternetê yên nêzî rêjîmê wêneyên ku hin kes hatine serjêkirin û bi serê wan gog tê lîstin belavkirin. Di malperan de hate gotin ku ev wêne yên komkujiya endamên DAIŞ'ê ya li Edra Eumaliyê ye.

Bajaroka Edra 25 kîlometre dikeva bakûrê rojhilatê Şamê û nêzî 50 hezar nufusa wê heye. Bajarok wekî yek ji navendên sereke yên sinaî ya Şamê tê zanîn.