Rejima Îranê yek jê jin 4 kes darve kirin
Rejima Îranê yek jê jin 4 kes darve kirin
Rejima Îranê yek jê jin 4 kes darve kirin
Rejima Îslamî a Îranê bi sûcdarkirina madeyên hişber yek jê jin 4 kes bidar vekirin.
Li gorî agahiyên peywendiyên giştî ên dadgeha parêzgeha Çiwarmehal û Bextiyarî, kesek ku bi hinceta hilgirtin û veşartina 2540 gr. madeyên hişber ya eroînê, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya li Şarî Kurd û ji aliyê Serdozgerê Giştî yê Kîşwerê ve cezayê wî ê darvekirinê hatibû erê kirin. Lî gorî heman çavkaniyê, 20’ê Hezîranê serê sibeha Pêncşemê ew kese xelkê navçeya Mehdiya yê Şarê Kurd ku navê wî aşkera nekir, hate darvekirin.
Her wiha hate ragihandin ku, jinek û du zilamên din jî bi hinceta bi qaçaxî madeyên hişber helgirtine û bikar anîne, ji aliyê Dozgerê Giştî yê Îranê ve li zindana navendî ya Şarê Kurd hatin darvekirin. Ew kesên ku hatine darvekirin navên wan nehatin aşkera kirin.