Rejima Îranê dê destê 6 kesan jê bike
Rejima Îranê dê destê 6 kesan jê bike
Rejima Îranê dê destê 6 kesan jê bike
Dozgerê giştî ê Şîrazê Elî Qazî ragihand ku, rejima Îranê cezayê birîna destê 6 kesan daye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr, dozgerê giştî ê Şîrazê di civînekê de ragihandin ku, cezayê birîna destê 6 kesan hatiye dayîn. Çav li bersivdayîna berpirsê dezgehêye ku cezayê hatiye dayîn pêkbîne.
Her wiha ragihand ku, hêjmarek binçavkiriyên ku ji ber sûcê têkbirina asayîş û guh nedana polîsan hatine ceza kirin.
Ji beriya vê jî rejima Îslamî a Îranê li bajarê Şîrazê ji ber sûcê diziyê tiliya kesekê jê kiribû.