Rejîma Erdogan mamosteyên ku dişîne Elmanyayê bi taybetî hildibijêre
Derket holê rejîma Erdogan mamosteyên ku di salên dawî de şandî Elmanyayê ji bo dersên zimanê Tirkî yên ku li dibistanên Elmanyayê tê dayîn, bi taybet hilbijartiye.
Derket holê rejîma Erdogan mamosteyên ku di salên dawî de şandî Elmanyayê ji bo dersên zimanê Tirkî yên ku li dibistanên Elmanyayê tê dayîn, bi taybet hilbijartiye.
Dersên Tirkî ku propagandaya rejîma Erdogan û nîjatperestiya Tirk dike, li rexmê ku dersên Tirkî dikeve rojevê jî, ne têne guhertin û ne jî Elmanya mamostayên xwe perwerde dike.
Elmanya ji destê dirêj a rejîma Erdogan ku di nava welatê Elmanyayê de bi awayekî aktîv e, jê xelas nabe. Piştî îmamên DÎTÎB’ê ku li Elmanya weke şaxekî yê MÎT’ê kar dike, mamosteyên ku dewleta Tirk şandine Elmanyayê bû mijara gotûbêjan.
Di salên dawî de, bi zêdebûna hejmara zarokên bi eslê xwe Tirk re hejmara dibistanên ku dersên Tirkî didin zêde bûn û hejmara pêdiviyên mamosteyan jî zêde bû. Hikûmeta Elmanya ji ber nedîtina mamosteyên dersên Tirkî li gelek dibistanên bajêran, mamosteyên ku sefaretxaneyan erkdar kirine dikevine dewreyê. Li tevayî Elmanyayê hejmara zorokên ku mamosteyên weke memûrê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirk dersê didin, nêzî 30 hezarî ye.
LI BERLÎNÊ HEMÛ DIBISTAN TESLÎMÎ SEFARETXANEYÊ HATINE KIRIN!
Bi taybet li Berlînê ku hejmarekî zêde ya koçberên Tirkiyeyê lê dijî û li hemû dibistanan dayîna waneya zimanê Tirkî ji aliyê mamosteyên sefaretxaneyê ve û bi taybet ev mamosteyên ku ji Tirkiyeyê hatine şandin bû mijara gotûbêjan. Tê diyarkirin ku ev mamosteyên li Berlînê dersan didin 3 hezar zarokan, propagandaya nîjatperestiya Tirk dikin.
Li ser lêkolînên senatoya perwerdehiyê ya Berlînê ya li ser mûfredatê diyar bû ku îfadeyên nîjadperset yên mina ‘''çi şad e yê ku dibêje ez Tirk im’, ‘Hemû kesên ku li Tirkiyeyê dijî, Tirk e’ cih digre. Berdevkê Gruba SPD’ê ya Elayeta Berlinê ya Perwerdehiyê Maja Lasîc diyar kir ku mûfredat ji destpêkê heta dawî pirsgirêk e.
ELMANYA MAMOSTEYÊN XWE PERWERDE NAKE
Dema ku mamoste bi awayekî baş tên lêkolan, tê zanîn mamosteyên ku ji rejîma Erdogan re ‘dilsoz in’ hatine şandin ji bo Elmanayayê. Li cihê ku mamosteyên hikûmeta Tirk diavêje, Elmanya ya ku dixwaze mamosteyên xwe perwerde bike ji bo vê ‘plana çalakiyan a lezgîn’ amade dike. Diyar bû ku wê ev mijar di konferansa wezîran a ku di 12’ê Cotmehê de bicivin were rojevê.
Hejmara mamosteyên dersên Tirkî ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Tirk ve ji bo Elmanyayê hatine şandin nêzî 500 kesî ye. Di mehên derbasbûyî de beşek ji şebekeya sîxûrtiyê ya MÎT’ê li Elmanyayê deşifire bibû û di vê çarçoveyê de bi taybet mamosteyên ku li eyaleta NRW’ê ji aliyê veliyên dijberên Erdogan ve hatine îxbar kirin û derket holê ku bi zorê dixwazin zarokan bikin mûhbîr.