Rejîma AKP'ê xwest hilbijartina li Stenbolê betal bibe
Tevî ku di ser hilbijartinên xwecihî re 5 roj derbas bûne, AKP dike nake encamên hilbijartinê qebûl nake. Niha jî xwest hilbijartina li Stenbolê bê betalkirin.
Tevî ku di ser hilbijartinên xwecihî re 5 roj derbas bûne, AKP dike nake encamên hilbijartinê qebûl nake. Niha jî xwest hilbijartina li Stenbolê bê betalkirin.
Li gorî Haberturkê ku nêzî AKP'ê ye, Serokatiya AKP'ê ya Navçeya Buyukçekmeceyê bi îdîaya li Buyukçekmeceyê 'bi rengekî ne li rê hilbijêr hatine qeydkirin' serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da û xwest, hilbijartinên li Stenbolê bê betalkirin.
Parlamenterê CHP'ê yê Aydinê Bulent Tezcan ji T24 re axivî û got, "Bi têra xwe nekarîn dengan bidizin, niha jî hewl didin hilbijartinê bidizin."