Rejîma AKP'ê ji bo qetlîamkeran çavkaniyeke jêxwarinê afirand

Ji bo çêkirina 'holikên ewlekariyê yên zirxî' bi fîrma bi navê Koma BEST li hev hat kirin. Hat hînbûn, xwediyê vî fîrmayê bersûcê komkujiya Bahçelîevlerê Ahmet Ercument Gedîklî ye.

Rejîma AKP-Qesrê, di dema dawî de bi xapandina 'êrîşên terorê heye' hewl dide ji şer bixwe. Ev demeke bi awayekî 'lezgîn û bê îhale' holikên ewlekariyê yên zirxî tên çêkirin. Biryar da li hemû bajar û navçeyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê holikên ewlekariyê yên zirxî were çêkirin.

Di çarçoveya vî karê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ve tê meşandin de, bi 4 fîrmayan re li hev hat kirin. Di destpêkê de li gelek nuqteyên navçeya Amed Sûrê ev holik hatin çêkirin. Şîrketa ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, fîrmaya Nûrol, fîrmayeke din a li Stenbolê û fîrmaya BEST Grup a li Enqereyê, dest bi çêkirina van holikên ewlekariyê yên zirxî kirin.

Derket holê, xwediyê fîrmaya BEST Grup, hikumxwarê ji doza Bahçelîlevlerê Ahmet Ercument Gedîklî ye, ku di vê komkujiyê de 7 ciwanên ji Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) hatibûn qetilkirin.

Gedîklî yê zêdeyî 10 salan li girtîgehê hat ragirtin, weke hevalê nêz ê Abdullah Çatli û Halûk Kirci tê naskirin.

Bersûcê komkujiya Bahçelîevlerê Ahmet Ercument Gedîklî têkildarî mijarê ji rojnameyekê re axivî û got, "Ev mijar, mijarên hesas in. Projeyên di nava rewşeke nepenî de tên meşandin e. EGM diwaze, em jî çêdikin û didin wan. Me heta niha bi qasî 700 heb teslîm kirin. Xwedî gelek taybetmendiyan e. Ji aliyê ewlekariyê ve xurt e. Em rast nabînin ku li ser taybetmendiyên van holikan di çapemeniyê de nûçe bên çêkirin."

Di malpera înternetê ya fîrmayê de agahî li ser taybetmendiyên holikên ewlekariyê yên zirxî hatin dayîn.

Di malperê de wêneyên van holikan jî hat nîşandan û tê de hem hundir hem jî derveyî holikan tê dîtin. Li van holikên zirxî tiwalet jî heye.