Rejîma Îranê çalakiyên dijber organîze dike
Rejîma Îranê ku guhê xwe ji daxwazên gelê Îranê û Rojhilat re girtiye, li hin bajaran çalakiyên dijber organîze kir. Ji bo roja Înê jî haziriya çalakiyên mezin dike.
Rejîma Îranê ku guhê xwe ji daxwazên gelê Îranê û Rojhilat re girtiye, li hin bajaran çalakiyên dijber organîze kir. Ji bo roja Înê jî haziriya çalakiyên mezin dike.
Çalakiyên gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî polîtîkayên zext û hejariyê didomin. Rejîma Îranê ku guh nada daxwazên gel çalakiyên dijber oganîze dike.
Piştî banga otorîteyê dînî yê Îranê Elî Xamanet îro li Ehwaz, Lorîstan, Hemedan, Kerec, Kirmaşan, Dehlûran û Îsfahanê çalakiyên ‘piştevaniya rejîmê’ hatin kirin. Di çalakiyan de dirûşmên ‘Bimre DYA’, ‘Bimre Israîl’ û her wiha yên bi piştevaniya ji bo Xamaney hatin gotin.
Diyar bû ku rejîma Îranê ya ku guhê xwe ji daxwazên çalakiyên gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re digire û çalakiyên gel bi gotinên ‘’lîstika hêzên derve’ bi nav dike, 5’ê Çile jî piştî nimêja Înê li hin bajaran wê xwepêşandanên dijber bide kirin.