Koma pisporên NY’ê GIEC diyar kir ku, ji ber germaniya global rêjeya deryayê li gorî texmînên di 2007’an de hate kirin ji sedî 60 bi lez bilind bûye.
Ji aliyê 3 pisporên demsalê ve lêkolîn hat kirin û lêkolîn di kovara îngîlîz "Environmental Research Letters" hat weşandin. GIEC da zanîn ku, li gorî tespîtên 2007’an nîşan dida ku heta sala 2010’an rêjeya behrê salê 2 mm dê bilind bibe.
Pisporên GIEC vê carê jî carê jî diyarkirin ku ji texmînan wêdetir ji sedî 60 bilindtir dibe. Li gorî vê rêjeya deryayê salê 3,2mm zêde dibe.
Di rapora GIEC ya 2007’an de tê gotin ku, bi taybet ji ber germahiya global rêjeya avê heta dawiya sedsalê dê ji 18 cm heta 59 cm rêjeyî bilind bibe.
Pisporan ku asta avê dêheta metreyekê biçe û heta dê derbas be.
WELATÊN WEKE BANGLADEŞ DÊ TUNE BIBIN
Ji Şîrketa Amerikan Tempo Analytics û nivîskarê lêkolînê Grant Foster derbarê mijarê de wiha got: “Ev tê vê wateyê. Cihên wekê Bagladeş ku metreyek di bin asta deryayê de ye dê tune bibin.”