' Rêber Apo di nav çar dîwaran de 24 saetan ji bo çareseriyê dixebite'

' Rêber Apo di nav çar dîwaran de 24 saetan ji bo çareseriyê dixebite'

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Geverê da xuyakirin, ku di encama berxwedana ciwanên Geverê de danûstandinên li Îmraliyê destpê kirine û got, "Bi mehan we li ber xwe dan û rêya aştî û çareseriyê vekirin û bilêta keştiya Îmraliyê stendin."

Heyeta BDP'ê ya ji Hevserok Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Esat Canan, Adil Zozanî, Ozdal Uçer, Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Necla Yildirim û Mehmet Ayhan, hevdîtinên xwe li navçeya Colemêrg Geverê dewam kir.

Heyeta BDP'ê li ser rêya Kerpinisê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Ji girseya gel re destpêkê parlamenter Adil Zozanî axivî û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Gever keleha serhildanê ye" bibîr xist. Zozanî got, "Îro, serhildana ciwanên Geverê, gelê Geverê encam girtiye. "

Parlamenter Esat Canan jî diyar kir, ku ev pêvajoya çareseriyê destpêkeke û ji niha û pê ve ewê li qada siyasî ûli meydanan bi berxwedana xwe aştiyê têkûz bikin.

Dûre Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş dest bi axaftinê kir û silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ciwanên Geverî kir.

Demîrtaş got, "Bi berxwedana we ya bi mehan, rêya aştî û çareseriyê, rêya Îmraliyê vebû. Ev ji ber xwe çê nebû. Bi berxwedana li zîndanan, li meydanan û bi xêra şehîdên me ev rê vebû. Wan digotin, 'serkêşê terorîstan' we jî gotin 'Serok Apo', wan digotin emê ji binî ve tine bikin' we jî digotin 'PKK gel e gel li vir e.' Li beramberî vê rewşê jî Rêber Apo bi porê xwe yê spîbûyî ji bo azadiya gelekî 24 saetan ji bo pêvajoya çareseriyê proje amade kir û pêvajo zelal kir."

Demîrtaş da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber baweriya xwe ya bi gel re, li Îmraliyê bi awayekî azad dimîne û got, " Ev pêvajoya çareseriyê, pêvajoya me û Rêberê me ye. Ev pêvajoya çareseriyê ne polîtîkaya AKP'ê ye. "

Demîrtaş  axaftina xwe weha dewam kir: "Hûn bi berxwedan û serhildanaxwe bûn mînak. We bi berxwedana xwe gel bi rêxistin kirin. Ji niha û pê ve jî hûnê pêşî li siyasetê vekin.

Piştî mîtîngê Demîrtaş beşdarî merasîma mezûniyeta şagirtên Akademiya Parka Çandê ya Avaşînê bû.
Li dû danûstanên li Geverê, çav li rê ye heyeta BDP'ê derbasî Şemzînanê bibe.