Razemeniya veşartî ya desthilatdariya AKP'ê: Girtîgeh
Desthilatdariya AKP'ê ji destpêka desthilatdariya xwe û vir ve 91 girtîgehên nû çêkir û hînê li gelek bajaran çêdike.
Desthilatdariya AKP'ê ji destpêka desthilatdariya xwe û vir ve 91 girtîgehên nû çêkir û hînê li gelek bajaran çêdike.
Desthilatdariya AKP'ê ji destpêka desthilatdariya xwe û vir ve 91 girtîgehên nû çêkir û hînê li gelek bajaran çêdike. Serokê ÎHD'ê diyar kir ku ev rewş polîtîk e û destnîşan kir, ku di desthilatdariya AKP'ê de razemeniya herî mezin, girtîgeh e.
Li Tiriyeyê ji 6'ê Hezîrana 2015'an û vir ve 360 girtîgeh hene. Ji van girtîgehan 91 ji wan, ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat vekirin. Wezareta Edaletê dixwaze heta sala 2018'an 207 girtîgehên din çêbike, ku ji van 75 tê çêkirin, 53 di asta projeyê de ne, 50 hatiye plankirin û 29 jî pêşkêşî îhaleyê hatine kirin.
Li Tirkiyeyê di sala 1970 de hejmara girtî û hikumxwaran 59 hezar 511 bû. Tevî ku nifûsa welêt bi 34 mîlyonan zêde bû jî ev hejmara girtî û hikumxwaran di Kanûna 2002'an de 59 hezar 429 bû. Di 30'ê Mijdara 2015'an de hejmara girtî û hikumxwaran 176 hezar 116 kes hat tespîtkirin. Ji sala 2002'an û vir ve nifûsa welêt bi tenê ji sedî 17 zêde bû, lê hejmara girtî û hikumxwaran rekor şikand.
Girtinên 'tedbîra ewlekariyê' di dema AKP'ê de ji bo cezakirin û melisandina mirovan bi awayekî kêfî hatin bikaranîn.
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan hejmara girtî û girtîgehan ên zêde bûne, ji ANF'ê re nirxand.
Turkdogan diyar kir ku hejmara girtî û hikumxwarên li Tirkiyeyê bi du qatan ji yên li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) zêdetir û got, "Ev rewşeke gelekî tirsnak e. Ev daneyên statîstîkî nîşan didin ku gelekî zehmet e Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Ji ber ku ev rêje bi du qatan ji ya li welatên Ewropayê zêdetir e. Ji ber ku li welêt maf û azadî tên binpêkirin, polîtîkayên civakî bi pêş de naçin, ev rêje ewqasî zêde bûye."
'HEWLDANEKE POLÎTÎK'
Turkdogan da zanîn ku vekirina ewqas girtîgehan tercîheke polîtîk e û destnîşan kir ku di dema desthilatdariya AKP'ê de herî zêde li ser girtîgehan razemenî hatiye kirin. Turkdogan got, "Hikûmeta AKP'ê hîmên welatekî yekparêz ji nû ve datîne û mercên wê amade dike. Ji bo avakirina vê zîhniyeta yekparêz pêwîstî bi sîstemek zordar heye. Hejmara zêde ya li girtîgehan her tim ji rejîmên zordar re bûye cihekî cezakirinê."