Rayedarê nexweşxaneyê: Di serê Ortakaya de şopa guleyekê hebû
Rayedarê nexweşxaneyê: Di serê Ortakaya de şopa guleyekê hebû
Rayedarê nexweşxaneyê: Di serê Ortakaya de şopa guleyekê hebû
Têkîldarî qetilkirina Kader Ortakaya ya ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê hewl da ji sînor derbas bibe lê ji serê xwe bi guleyê jiyana xwe ji dest da şahidên bûyerê û rayedarê nexweşxaneya Kobanê axivîn. Rayedarên nexweşxaneyê Ednan Îbrahîm ev tişt anî ziman: “Ji ber ku jiyana xwe ji dest dabû me tiştek nekir. Di laşê wê de tu birîn û şopên şerapnelê tinebû. Tenê di serê wê de şopa guleyekê hebû. Li cihê ku gule jê derketibû hestiyê serê wê parçe kiribû.” Yek ji şahidê bûyerê Şêro Hesanî û ev tişt anî ziman: “Leşkerên Tirk ji wesayîta bi tîpa akrep gule berdan. Dema gule berdan keçik kete erdê, du xortên din jî ketin erdê. Di vê navberê de me wesayîtên xwe xebitand û ber bi wan çûn lê wesayîta me jî gulebaran kirin. Ez çûm keça ku birîndar bû hildam û hatim. Hê jî şopên xwînê di wesayîta min de heye. Di laşê wê de birînên cuda tinebû. Gule berdabûn serê wê.”
Hevalên Kader Ortakaya ya ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê di 6’ê Mijdarê de bi 44 hevalên xwe ve xwest ji herêma Tîlşeîrê derbasî Kobanê bibin, duh diyar kiribûn dema Ortakaya ji sînor derbas dibû ji aliyê çawişê pispor ve nîşan hatiye girtin û hatiye qetilkirin. Berevajî daxuyaniya Walîtiya Rihayê ya “bi parçeyê şarapnelê jiyana xwe ji dest da” hevalên wê yên ku bi wê re derbasî Kobanê bûn, welatiyên li herêma Tîlşeîrê yên bûne şahidê bûyerê û rayedarên nexweşxaneya Kobanê diyar kirin Ortakaya bi guleya li serî ketiye hatiye kuştin. Tiştên rayedarên nexweşxaneyê anî ziman, gotinên şahidên bûyerê yên herêma Tilşeîrê û yên hevalên Ortakaya piştrast dike.
Berpirsyarê nexweşxaneya Kobanê Ednan Îbrahîm diyar kir ku dema Ortakaya anîne nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Îbrahîm wiha berdewam kir: “Ji ber ku jiyana xwe ji dest dabû me mudaxaleyek nekir. Di laşê wê de şopên şarapnelê tinebû. Tenê di serê wê de şopê gule hebû. Li cihê ku gule jê derketibû hestiyê serê wê parçe bûbû. Du birîndarên din jî anîn. Yek jî gundiyek hebû. Ew jî bi guleyên leşkeran hatibûn birîndarkirin. Ew ji lingên xwe birîndar bûbûn.”
Welatiyê bi navê Şêro Hesanî yê ji herêma Tîlşeîrê ye jî piştî Ortakaya ji aliyê leşkeran ve tê gulebarankirin wê bi wesayîta xwe ve tîne. Hesanî têkîldarî tiştên wê rojê qewimin ev tişt anî ziman: “Piştî em ji sînor derbas bûn piştê 20 metre ji sînor derbas bûn gulebaran kirin. Leşkerên tirk ji maşîna bi tîpa akrep gulebaran kirin. Dema gulebaran kirin keçik ket, piştre di xort jî ketin. Ew jî ji lingên xwe birîndar bûn. Di vê navberê de min wesayît xebitand û ber bi wir ve çûn, em jî gulebaran kirin. Gulebaran kirin lê ez nesekinîm. Jina hate birîndarkirin min hilda ji serê xwe birîndar bûbû. Mejiyê wê derketibû, di wesayîta min de ma. Hê jî şopên xwînê heye. Li wir jiyana xwe ji dest dabû. Wekî din di laşê wê de birîn tinebû.”
'TENÊ LEŞKERÊN TIRK GULEBERAN DIKIR'
Hesanî da zanîn ku dema Kader Ortakaya û hevalên wê derbasî aliyê Kobanê bûn teqîn pêk nehat û ev tişt got: “Tenê leşkerên tirk gulebaran dikirin. Di wê navberê de leşkeran bombeyên gazê jî diavêtin. Lê gaz davêtin gelê vê derê.”
Şahidekî din ê bûyerê jî Fewaz Mihemmed Haçîm ê ji Kobanê ye. Haçîm têkîldarî bûyerê ev tişt anî ziman: “Dema ciwan ji wir derbas bûn leşkerên tirk ji maşîna leşkerî gulebaran kirin. Jin ji serî xwe birîndar bû û li wir jiyana xwe ji dest da. Ciwan jî birîndar bûn. Jina ku jiyana xwe ji dest da Şêro bi wesayîta xwe ve bir, ciwanên din ên birîndar jî min bir."
Haweş Berkel jî şahideke din e bûyerê ye jî ev tişt anî ziman: “Dema kom derbas bû ji maşîna zirxî gulebaran kirin. 3 kes ketin. Dema ew gulebaran kirin li aliyê din bombeyê gazê jî avêtin me. Em hemû kor bûn. Herî kêm 20 bombeyên gazê avêtin.”
Welatiyê bi navê Besam Mislim jî der barê bûyerê de got ku dema Ortakaya û hevalên wê ji sînor derbas bûne maşîna zirxî ya leşkeran li cem wan bûye û tiştên ku piştre qewimî jî wiha anî ziman: “Koma ku ji sînor derbas bû maşîna zirxî li cem me bû. Li hemberî me komeke din jî hebû. Dema ew kom ji sînor derbas bû maşîna zirxî ji cem me bilez û bez ber bi wê derê ve çû. Piştre gulebaran kirin. Du kes ketin erdê û piştre rabûn û reviyan. Piştre jinek gulebaran kirin û gule berdan serê wê. Min hewl da xilas bikim lê me nekarî. Ez vê ji hemû kesan dipirsim: Çima? Vê keça me dikujin lê DAIŞ ji cem wan re derbas dibe. Tenê pirsa vê yekê dikim, wekî din tiştekî nabêjim.”