Rapora TÎHV’ê: Li Kurdistanê 338 sivîl hatine qetilkirin
TÎHV’ê têkildarî êrîşên qetlîamawarî yên li ser Kurdistanê raporek amade kir. Di raporê de, ji 16’ê Tebaxê û şûn de nêzî 300 sivîl hatine qetilkirin.
TÎHV’ê têkildarî êrîşên qetlîamawarî yên li ser Kurdistanê raporek amade kir. Di raporê de, ji 16’ê Tebaxê û şûn de nêzî 300 sivîl hatine qetilkirin.
TÎHV’ê têkildarî êrîşên qetlîamawarî yên li ser Kurdistanê raporek amade kir. Di raporê de, ji 16’ê Tebaxê û şûn de nêzî 300 sivîl hatine qetilkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku 200 sivîl li cihên sergirtî û malan de hatine qetilkirin, dîsa nêzî 100 kesan jî ji ber negihiştina timên tendirûstiyê û mafê tendirûstiyê jiyana xwe ji dest dane.
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), rapora bajarên Kurdistanê ya di navbera 16'ê Tebaxa 2015’an û 20'ê Nîsana 2016'an de eşkere kir. TÎHV'ê di raporê de diyar kir ku ji 16'ê Tebaxê heta niha di nava 249 rojan de herî kêm 338 sivîl hatine qetilkirin û ji van 78 kes zarok in. TÎHV'ê da zanîn ku 69 jê jin in, 30 kesên hatine qetilkirin jî di jora 60 salî dene. DÎHV'ê destnîşan kir ku li 22 navçeyan 65 caran kolan hatine qedexekirin û wiha cih dayê: "Li Amedê 35, li Şirnexê 10, li Mêrdînê 11, li Colemêrgê 5, li Mûşê 1, li Xerpêtê 1 û li Êlıhê 2 bi giştî li 22 navçeyan bi awayekî fermî derketina kolan li welatiyan hatine qedexekirin û herî kêm bê navber 65 rojan bê navber kolan li welatiyan hatine qedexekirin. Di van qedexeyan de 1 milyon û 642 hezar kes ji mafê xwe yê bingehîn ê jiyanê mahrûm bûye. Li gorî daxuyaniya wezareta tenduristiyê 355 hezar kes neçar mane ku koçber bibin."
200 SIVÎL LI MALÊN XWE HATINE QETILKIRIN
TÎHV'ê di berdewama raporê de destnîşan kir ku 200 welatiyên sivîl di malên xwe de bi çekên agir hatin qetilkirin û 182 kes ji wan bi tank û topan hatine qetilkirin û 18 di şer de li malên xwe jiyana xwe ji dest dane.
TÎHV'ê da zanîn ku li Sûrê jî qedexe di roja 141’an de berdewam dike û nêzî 5 meh in qedexe didome.