Tîma taybet a ser bi Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeîd Ra'ad Al Husseîn, ku ji bo lêkolînkirina binpêkirina mafên mirovan û komkujiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê hat wezîfedarkirin, rapora xwe amade kir. Rapor wê îro were eşkerekirin.
ANF'ê xwe gihand vê raporê. Di raporê de hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîr, Nisêbîn û navçeya Sûr a Amedê bi berfirehî tê vegotin.
Li gorî raporê, di encama 'operasyonên ewlekariyê' de, ku li zêdeyî 30 navçe û taxan hatin meşandin, 335 hezar heta nîv mîlyon mirov, ku pirarniya wan Kurd in ji cih û warên xwe bûn.
Di rapora Neteweyên Yekbûyî de tê ragihandin, ku 1786 avahiyên li Nisêbînê hatine xerakirin yan jî zerar dîtine. Di raporê de tê gotin, li gorî rêveberiya herêmî li navçeya Sûr a Amedê jî ji sedî 70 ê avahiyan bi rengekî rêk û pêk hatine hilweşandin.
Di raporê de ev agahî tên dayîn: Hilweşandina avahiyan piştî operasyonan dewam kir. Di meha Tebaxa 2016'an de derket asta herî bilind. Wêneyên bi rêya satalaytê li Nisêbîn û Sûrê, berî û piştî vê pêvajoyê hatin kişandin, bi rengekî vekirî nîşan didin ku hemû tax bi erdê re bûne yek.
DÎMENÊN HILWEŞANDINÊ TIRSNAK IN
Di raporê de tê destnîşankirin, li gorî dîmenên bi rêya satalaytê hatine kişandin, navçe bi çekên giran hatine hilweşandin û ev dîmenên hatine hişandin, tirsnak in.
'REWŞEK MÎNA QIYAMETÊ'
Di dewama raporê de bal tê kişandin ser hilweşandina li Cizîr û herêmên din û hilweşandina taxan weke 'rewşek mîna qiyametê' tê binavkirin. Her wiha tê ragihandin, di destpêka sala 2016'an de, 189 kes ku jin û zarok jî di nav de hebûn, bi hefteyan bê nan, av, elektrîk û derman li jêrzemînên avahiyan asê man û piştre jî di encama gulereşandinê de hatin kuştin.
Di rapora Neteweyên Yekbûyî de ji bo hovîtiya dewleta Tirk tê gotin:
"Hilweşandina avahiyan heman piştî van bûyeran bû sedem ku delîl ji holê werin rakirin, cenaze nikaribin bên teşhîskirin û naskirin. Tevî vê yekê, li şûna ku li ser bikaranîna hêza zêde, bikaranîna çekên giran û sedemên mirina van mirovan lêpirsîn were destpêkirin, mirovên hatin kuştin yekser bi 'endametiya rêxistina terorê' hatin sûcdarkirin û zext li malbatên mexdûr hatin kirin."
Di raporê de tê ragihandin, ku dozgerî bang li malbata jineke di nava qurbaniyan de ye dike, ku cesedê ji sê parçeyên goşt pêk tê werbigire û di encama testa DNA de nasname tê teşxîskirin. Rapor diyar dike, ku ji malbata vê qurbaniyê re ne daxuyaniyek tê dayîn bê çawa hatiye kuştin, ne jî raporek Tipa Edlî. Her wiha xwişka vê qurbaniyê, ji bo hesabpirsîna ji berpirsyaran serî li dadgeriyê dide, lê ew jî bi 'terorê' tê sûcdarkirin.
Di dewama raporê de wiha tê gotin:
"Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ji bo van binpêkirinên mafên mirovan lêkolîn bike, ev saleke hewl dide xwe bigihîne van herêman 'Herêma Başûrrojhilatê Tirkiyeyê'.
Ji ber ku bersiv ji vê daxwazê re nehatiye dayîn, bi çavdêriyên ji dûr ve, bi agahiyên ji gel û çavkaniyên veşartî hatin wergirtin, bi dîmenên bi rêya satalayt hatine kişandin û bi hevpeyvînên li ser bandora operasyonên ewlekariyê, rapor hatiye amadekirin."
Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de cih da belgeyên li ser îşkenceyê, windakirina bi zorê, tevdana nefretê, pêşîgirtina li alîkariya tenduristiyê ya lezgîn, xwarin, vexwarin û pêdiviyên jiyanê, şîdeta li jinê û biryara Adara 2016'an a Desteya Wezîran a li ser cemawerîkirina ji sedî sed ê erdê Sûrê, mînak nîşan dide.
PÊVAJOYA REWŞA AWARTE
Rapor işaretê bi tedbîrên Rewşa Awarte jî dike ku piştî hewldana darbeyê ya Tîrmeha 2016'an hat ragihandin û destnîşan dike, ku di nava vê demê de zêdeyî 100 hezar mirovên li saziyên cemaweriyê û sektorên taybet ji kar hatine derxistin, vê yekÂe bandor li bajarên Kurdan kiriye û bi qasî 10 hezar mamoste, bêyî darizandinê bi îdîaya 'têkiliya xwe bi PKK'ê re hene' ji kar hatine derxistin.
Di raporê de hat ragihandin, rayedarên li herêmên Kurdan bi rengekî demokratîk hatin hilbijartin bi qanûna têkoşîna li dijî terorê hatine beralîkirin, zext li rojnamevanên serbixwe hatiye kirin, saziyên medya Kurd û serbixwe û komele hatin girtin û dadger û zoer bi rengekî komî ji wezîfeyê hatine girtin. Li gorî raporê ev hemû, hevsengî û kontrol, her wiha mafên mirovan gelekî qels kirine.
'DEWLETA TIRK NEHIŞT EM XWE BIGIHÎNIN HERÊMÊ'
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeîd Ra'ad Al Husseîn jî li ser mijarê got, "Di 13 mehên navbera Tîrmeha 2015 û Tebaxa 2016'an de, bi sedan jin û zarok mirin. Ez bi guman im, ji ber ku der barê van mirinan de lêpirsîneke mirov pê bawer bin, nehat meşandin. Xuya ye der barê vê rewşa navborî de gumanbarekî bi tenê jî nehatiye darizandin û nehatiye girtin.
Hikûmeta Tirk nehiştiye em xwe bigihînin herêmê, lê li ber gelek îdîayên di raporê de cih digirin, rabûye. Lê belê, cidiyeta van îdîayan, asta hilweşandinê, koçberkirina zêdeyî 355 hezar mirovî ji cih û warên xwe, lêpirsîneke serbixwe weke rewşeke lezgîn û pêwîstiyekê ferz dike.
Berfirehiya Rapora Neteweyên Neteweyên Yekbûyî ya li ser mijarê, li vê lînkê ye:
http://www.ohchr.org/Documents/Countries/TR/OHCHR_South-East_TurkeyReport_10March2017.pdf