Rapora mifettîşan a li ser Kuştina Elçî ev 2 sal tê rawestandin
Rapora mifettîşan a ku piştî Tahîr Elçî hate kuştin hatî hazirkirin ev 2 sal in li dozgeriyê têne rawestandin.
Rapora mifettîşan a ku piştî Tahîr Elçî hate kuştin hatî hazirkirin ev 2 sal in li dozgeriyê têne rawestandin.
Rapora mitettîşên Wezara Karê Navxweyî yê Tirk ku li ser kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî sersariya peywirdarên dewletê lêkolandî ev du sal in li Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê rawestandin.
Li gorî bersiva ku ji serdana Navenda Ragihandiyê ya Serokwezîrtiyê hatî, rapora derbarê kuştina Elçî ku sersariya polîsan raxistibû ber çavan nehate xebitandin.
Piştî kuştina Elçî du mifettîşên milkiyê û serek-mifetîşên polîsan rapoa pêş-lêkolanê amade kir. Di raporê de li 24 polîsan hate guhdarîkirin.
Di raporê de hate gotin piştî kuştina Elçî, ‘’lêkolîna cihê bûyerê û krîmînal bi dirûstî nehatiye kirin.’’
Seroktiya Teftîşê ya Milkiyê agahî da ku rapor hê jî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê rawestandin û hate gotin, ‘’Rapora ku di encama lêkolînê de hatiya amadekirin ji bo ku tişta hewce were kirin ji Serdozgeriya Komarê ya têkildar re hatiye şandin.’’
Derbarê kuştina Tahir Elçî di qonaxa lêpirsînê de îfadeya ti kesekî gumanbar nehatiye standin.