Rapora karê HDP'ê yê li Meclîsê
Parlamenterên HDP'ê di dema 24'an de 5960 pêşniyarname, 260 pêşniyar qanûn û 910 pêşniyara lêkolînê kirin. 2290 carî li kursiyê axivîn û 506 carî civînên çapemeniyê lidar xistin.
Parlamenterên HDP'ê di dema 24'an de 5960 pêşniyarname, 260 pêşniyar qanûn û 910 pêşniyara lêkolînê kirin. 2290 carî li kursiyê axivîn û 506 carî civînên çapemeniyê lidar xistin.
Parlamenterên HDP'ê di dema 24'an de 5960 pêşniyarname, 260 pêşniyar qanûn û 910 pêşniyara lêkolînê kirin. 2290 carî li kursiyê axivîn û 506 carî civînên çapemeniyê lidar xistin. HDP a ku pirsgirêkên jinan, Kurdan, Elewiyan, kedkar, xwendekar, hindikahî û hemû derdorên civakê xist rojeva Meclîsê, li ser lêpirsîna baweriya bi wezîran gelek pêşniyarnameyên pêşkêş kir.
Koma HDP'ê ya Meclîsê, der barê Xebatên xwe yên Qanûndanînê de rapora dema 24. a Meclîsê amade kir.
PÊŞNIYAR QANÛN
Di raporê de Koma HDP'ê di dema 24'an de bi serenavên jiyana kar, girtîgeh, qanûnên leşkerî, zimanê dayikê-navên cihan, hawirdor-çand, zarok, perwerde, aborî, giştî, azadiya baweriyan, jin, pirsgirêka Kurd, partiyên siyasî-hilbijartin, tenduristî, azadiya nêrîn-raman, TMK, rêveberiyên herêmî 260 pêşniyar qanûn pêşkêş kir.
PÊŞNIYARÊ LÊKOLÎNKIRINÊ
Koma HDP'ê di dema 24'an a Meclîsê de pirsigirêkên jiyana kar-ked, hawirdor-ekolojî, perwerde, aborî, jin, jiyana civakî, mafên mirovan, çand û baweriyên cuda, zarok, çapemenî, demokrasî û azadiya ramanê, dadgerî, tenduristî bi pêşniyarên lêkolînkirinê re xist rojeva Meclîsê. Di vê çarçoveyê de 910 pêşniyar kir.
Koma HDP'ê ji qada herêmî heta jiyana giştî hemû pirsgirêk, binpêkirin, bêusûliyên derketine holê bi pêşniyar pirsên xwe yên nivîskî û devkî re xist rojeva Meclîsê û xebateke çalak a kontrolê meşand. Parlamenteran di dema 24'an a Meclîsê de 5960 pêşniyar pirsên devkî û nivîskî dan.
10 PÊŞNIYARNAMEYÊN LI SER BAWERIYA BI WEZÎRAN
Koma HDP'ê di dema 24'an de 2 jê der heqê Wezîrê Karên Hundir, 4 jê der heqê Wezîrên Enerjî û Xebatê, 1 jê der heqê Wezîrê Pêşvebirinê, 1 jê der heqê Wezîrê Çandiniyê, 1 jê der heqê Wezîrê Aboriyê, 1 jê der heqê Wezîrê Maliyeyê 10 pêşniyarnameyên li ser baweriyê pêşkêş kir.