Rapora Imraliyê ya CPT’yê ji bo ku Enqere dibe asteng nayê weşand
Parêzer Newroz Uysal diyar kir li Girava Imraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hiqûqeke taybet heye.
Parêzer Newroz Uysal diyar kir li Girava Imraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hiqûqeke taybet heye.
Uysal diyar kir dewleta Tirk nahêle ku CPT rapora xwe ya Imraliyê biweşîne.
Parêzera Ocalan Newroz Uysal diyar kir nayê qebûlkirin ku saziyên navnetewî bi fikara siyasî tecrîda li ser Ocalan ku di aştiya Tirkiyê û Rojhilata Navîn de bi israr e ji nedîtî ve werin.
Li gel Biryara 2014’an a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku tecrîda li ser Ocalan a ku ev 18 sal in dom dike bi ‘êşkence’yê bi n v dike jî, ji 15’ê Nîsana 2015’an ve ev rewş bi rewşeke girankirî didome.
BI TECRÎDA LI SER OCALAN MESAJÊ DIDINE GELÊ KURD
Newroz tecrîda ku ev 18 sal in li Girava Imraliyê didome, bi dîroka êşkence û tecrîdê bi nav kir û got: ‘’Em parêzerên Birêz Ocalan ji bo ku vê tecrîd û êşkenceya ku ev 18 sal in li ser re rakin me di hêla hiqûqî de gelek serlêdan kirin û me hewl da. Di hêla hiqûqî de me bersiveke erênî nedît lê me dît ku bi tecrîdê mesaja siyasî didine tevgera siyasî ya Kurd û yên ku di vê rêyê de xebatan dikin. Her çendî hevpeyvîna dawî ya di navbera Birêz Ocalan û Şandeya Imraliyê de 5’ê Nîsana 2015’an pêk hatibe jî, bi gotina ‘Mase qulibî’ ya piştî 21’ê Adarê em dikarin bibêjin ku ev veguherî pêvajoya şerê fiîlî. Bi pêvajoya nû re dewleta Tirk Birêz Ocalan ê ku li Girava Imraliyê ye, li dijî Kurdan weke ku rehîneyek be nêz dibe. Birêz Ocalan ti caran nebûye xwedî heqê girtiyên di statûya miebetê de ku ji ber hiqûq bin pê kiriye û nebûye xwedî heqê ti girtiyekî ku bi binpêkirina hiqûqê hatiye girtin.’’
Uysal diyar kir bi pîneyên hiqûqî û guherînên destûrê re tê xwestin ku tecrîda 18 salan bixin rengekî rewa û got niha pêvajoya herî krîtîk a tecrîdê ye û wiha domand :’’ Pêvajoya jêagahdarnebûnê ya ku bi 15’ê Nîsana 2015’an dest pê kirî, bi 15’ê Temûzê re hate aste herî jor. Piştî 15’ê Temûzê tiştên ku li Tirkiyê û Imraliyê hatin jiyîn bi gel re fikar çêkirin û siyasetmeran bi helwestê dest bi girêva birçîbûnê kirin. Piştî girêvê nêzî bi heftiyekê Birêz Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir, ev hevdîtina ku bi hincetên siyasî pêk hatî, ji hêla dewleta Tirk ve pîneyeke hiqûqî hate dîtin û weke ku serdana cejnê be raberî gel kirin. Piştî vê hevdîtinê ya bi Mehmet Ocalan re pêk hatî, li gel serlêdana herheftî ya malbat û arêzeran, bi Girava Imraliyê re ti caran me têkilî nedaniye.’’
Uysal diyar kir piştî ragihandina Rewşa Awarte, di hêla hiqûqî de gavên pêşî li Girava Imraliyê pêk hatiye, bi biryareke 20’ê Temûza 2016’an, têkildarî Birêz Ocalan û sê kesên li wir hate gotin ku heta Rewşa Awarte hebe, bêyî ku demê bidin, bi hevdîtina bi parêzer, malbat û serdanvanan re hatiye birîn, her wiha mafê nameyan, telefonê jî ji wan hatiye wergirtin.
RAPORA IMRALIYÊ YA CPT
Uysal diyar kir ji bo ku li Girava Imraliyê dawî li sîstema tecrîd û êşkenceyê were gelek cara serî li saziyên hewce dane û got: ‘’Ev serlêdan carinan bi rengekî erênî carinan neyênî û carinan siyasî û bi rengê ku hiqûqê binpê bikin bi encam bûn. Di nav van biryaran de biryara DMME’yê jî heye ku sîstema tecrîdê ya li Imraliyê weke ‘sîstema êşkenceyê’ bi nav dike. Ji bilî van serlêdanên me, ku ji 1999’an ve em dibêjin li Girava Imraliyê êşkece heye, CPT jî cara caran tê Tirkiyê û diçe Girava Imraliyê. Di vê mijarê de hin raporan diweşîne, lê hin raporên di serdena 28-29’ê Gulana 2016’an de hîç nehatin weşandin. Li gel ku di ser hevdîtinê re salek derbas bûye jî ev rapor nehate weşandin lê di hevdîtinên du alî de em pê dizanin ku ev rapor hate Tirkiyê û Tirkiyê ramanên xwe û şerhên xwe danîn ev rapor ji CPT’ê re şand. Lê CPT ji bo ku şerha Tirkiyê hebû, di vê mijarê de rapora xwe û ti agahiyek derbarê raporê de ne weşand. Ev rewş bi xwe jî nîşan dide ku rapor derbarê Tirkiyê çendî tabloyeke xirab xêz kiriye. Astengkirina weşandina vê raporê wê îtîbara dewleta Tirk di qada navdewletî de bişkîne, ji bo ku wê rewşa Birêz Ocalan û tiştên ku li Girave dibin vebêjin, weşandina raporê asteng dikin.’’
TECRÎDÊ JI NEDÎTÎ VE TÊN Û BIRYARÊN SIYASÎ DIDIN
Uysal diyar kir saziyên navnetewî li gel tecrîda li Imraliyê jî, ji hiqûqê dûr biryarên siyasî didin û got: ‘’Birêz Ocalan di heman demê de li gel ku girtiyekî hiqûqî ye jî, piranî caran ev rastî piştguhkirin û tenê wesfê wî yê lîderê PKK’ê an jî lîderê rêxistineke çekdar derdixine pêş.
Lê pêvajoya ku weke çareseriya aştiyê dihate binavkirin, israra Birêz Abdullah Ocalan a di aştiyê de bi zelalî diyar kir û her wiha dubendiya ku saziyên navnetewî derdixin pêşberî me jî pûç kir.Birêz Ocalan hem bi rola xwe ya di pêvajoya çareseriyê de, hem bi ramanên xwe yên ku bi nivîsên xwe diyar dike helwesta xwe pir zelal nîşan daye. Ji bo vê jî em qebûl nakin ku statûya rêxistinî ya Birêz Abdullah Ocalan bikin hincet û weke ku girtiyekî taloke be were dîtin.’’