Radyoya Dengê Welat li ser frankansên nû dest bi weşanê dike

Radyoya Dengê Welat a civakî, siyasî û wêjeyî weşanê dike, li ser frenkansên nû hûn dikarin guh bidin mûzîk, awaz, helbest û stranên kilasîk û nûjen ên ji her çar parçeyên Kurdistanê.

Radyoaya Dengê welat a 1’ê Cotmeha 2017'an dest bi weşanê kiribû, wê ji niha û şûnde li ser frekasên nû ya pêla 25 m11530 KHz (Kîloherzê) weşanê bike.

Radyoya Dengê welat bi bername, nûçe û mûzîkên bi zaravayên Kurmancî, Kirdkî, Soranî, Hewramî Kelhorî tê pêşkêşkirin.

Radyoya wê her roj, li gorî saeta Amedê ji 06:30 serê sibê heta 01.00’ê şevê weşanê bike.

FREKANSÊN WEŞANA RADYOYA DENGÊ WELAT

Frekansan dema weşana Radyoya Dengê Welat wiha ye;

Ji serê sibê seat 06:30 Amedê, heta 09:00 li ser pêla 31 metre 9525 KHz (Kîloherz)

Ji 09:00’an heta 19:00 jî hûn dikarin li ser pêla 25 metre 11530 KHz (Kîloherz)

Ji 19:00 heta 01:00 şevê jî li ser pêla 31 metre 9525 KHz (Kîloherzê) dikarin guhdar bikin.

Radyoya Dengê Welat ji ber gûhertina demsala zivistanê û destpêka Havînê jî, ji 1’ê meha Nîsanê ve li gorî seata Amedê ji serê sibê seat 06:30’an heta 01:00 şevê, li ser pêla 25 metre 11530 KHz (Kîloherzê) wê weşana xwe bike.

Hûn dikarin bi rêya televîzytonê jî li ser setelayta HOTBIRD, li ser frekansa 11296, Symbol Reyt: 27500- Horizantal û li ser setelayta NÎLSAT, bi frekansa 11354, Symbol Reyt: 27500- Vertikal jî ji dengê Radyoya Welat bê par nebin.

Li ser înternetê jî hûn bi van navnîşanan xwe bigihînin Dengê Welat

www.radyowelat.com, www.radyo-welat.com, www.denge-welat.org hûn dikarîn guhdarî bikin.

Ji bo têkilîyan jî hûn dikarin bi rêya van telefonên

0032 53 41 57 17

0032 53 41 57 18 xwe bigihînin navenda Radyoya Dengê Welat.

Hûn dikarin li ser hejmara WhatsApp û Viber jî xwe bigihînin navenda Radyoya Dengê Welat

Hejmara Telefonê: 00 32 494 26 93 19