Qurbaniyên Roboskî hatin bîranîn

34 şêniyên Roboskî ku 19 jê zarok bûn û di bombardûmana balafirên şer ên Tirk de hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

Di salvegera 9'an a komkujiya Roboskî de ku 19 ji wan zarok 34 kes bi bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk hatin qetilkirin, qurbanî hatin bîranîn.

Bi vê armancê antîvîstên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û TJA'yê çalakiyeke bîranînê li dar xist. Bîranîn li avahiya HDP'ê ya Edeneyê pêk hat û nûnerên saziyên civakî tevlî bûn.

Li navçeya Seyhanê jî sînevîzyonek li ser Komkujiya Roboskî hate nîşandan.

ANTALYA

Qurbaniyên Roboskî li Antalyayê jî hatin bîranîn. Di çalakiya bîranînê de ku li avahiya rêxistina bajêr pêk hat, hate destnîşankirin ku bi têkoşîna gelê Kurd û dostên wan wê hesab ji berpirsyarên Komkujiya Roboskî bê pirsîn.