Qurbaniyên komkujiyan li sê bajaran hatin bîranîn
Li Awûstûrya, Fransa û Elmanyayê, ji bo qurbaniyên komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê merasîm hatin lidarxistin.
Li Awûstûrya, Fransa û Elmanyayê, ji bo qurbaniyên komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê merasîm hatin lidarxistin.
Li Awûstûrya, Fransa û Elmanyayê, ji bo qurbaniyên komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê merasîm hatin lidarxistin.
TÎROL
Li bajarê Înnsbrûck ê eyaleta Tîrol a Awûstûryayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Partîzan, ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyên Mereş, 19'ê Kanûnê û Roboskî merasîmek li dar xistin.
Di merasîmê de li ser komkujiyên Mereş, 19'ê Kanûnê û Roboskî sînevîzyon hatin nîşandan. Piştre siyasetmedarê Kurd Îmam Elbîstan û bi navê Partîzan Fethî Erzîngan axivîn. Qisekeran destnîşan kirin ku ji bo komkujiyên nû rû nedin, divê têkoşîn bê mezinkirin.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê, bi heman armancê civîneke bîranînê hate lidarxistin û parlamenterê berê yê HDP'yî Kemal Aktaş lê axivî.
Aktaş da xuyakirin ku komkujiya li Mereşê li Kurdên Elewî hate kirin, li dijî pêşketina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd hatiye kirin û hat xwestin ku gel ji cewhera xwe yanî ji rûmeta xwe bê qutkirin.
Aktaş got, "Komkujiya li girtîgehan jî ji bo tepisandina tevgerên şoreşger û teslîmgirtina wan bû" û destnîşan kir ku berxwedana şoreşgerî ya li girtîgehan pêşî li zilma dijmin girtiye.
Aktaş diyar kir, ev polîtîkaya dijminatiyê ji aliyê rejîma Erdogan-Bahçelî ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi deh hezaran girtiyan dimeşîne û got, "Komkujî, bêmirovhiştin û talana ku salên 90'î tîma Çîller, Gureş û Agar kirin, îro bi versiyoneke nû dewam dikin."
Aktaş destnîşan kir ku li Roboskiyê jî hewl hate dayin ku çavê gelê Kurd bê tirsandin û got, heman zîhniyet bi gefên li dijî Efrîn û Rojava dewam dike.
Kemal Aktaş got, "Li Rojhilata Navîn paşeroj a gelê Kurd û tevgera azadiyê ye. Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava, li Şengalê, li gelemperiya Rojhilata Navîn niha şîn bûye."
MANHHEÎM
Merasîmeke din a bîranînê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê hate lidarxistin. Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî bîranînê bûn.
Hevberdevkê NCDK a Mannheîmê Cano Yildiz di destpêka civînê de axivî û piştre Hevberdevkê HDK-A Mannheîmê Mehmet Yaman peyama xwe da.
Ji FEDA'yê jî rojnamevan-nivîskar Şukru Yildiz peyivî û anî ziman ku her sê komkujî ji hev necuda ne, her sê jî bi destê dewletê hatine kirin.
Yildiz da xuyakirin ku kombûna li dora Tevgera Azadiyê ya Kurd re bersiv dikare ji komkujiyan re bê dayin û got, "Eger ne ji Tevgera Azadiyê ya Kurd bûya, DAÎŞ wê îro biketibûya nava malên me, li Ewropayê jî em bi rehetî nikarîbûn bijiyan. Eger em dixwazin xwedî li şehîdên xwe derkevin, yekane navnîşana Elewiyan, Sûniyan, Sosyalîstan, Mazlûm Dogan in, Arîn Mîrkan in û cangoriyên vê rê ne."