Qurbaniyên komkujiya Mereşê hatin bîranîn
Kesên ku di Komkujiya Mereşê de hatin qetilkirin, li Mersîn û Skenderûnê hatin bîranîn. Di çalakiyan de hate xwestin ku dewleta li Roboskiyê mirov qetil kir, bê cezakirin.
Kesên ku di Komkujiya Mereşê de hatin qetilkirin, li Mersîn û Skenderûnê hatin bîranîn. Di çalakiyan de hate xwestin ku dewleta li Roboskiyê mirov qetil kir, bê cezakirin.
Şaxê ÎHD'ê yê Mersînê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Mereşê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endama Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê Zeynep Benlî axivî û heta sûcên giran ên di dîroka Tirkiyeyê de qewimîne bi rengekî fermî lêborîn neyê xwestin, nepêkane ku aştiya civakî pêk were. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber vê yekê divê Komkujiya Mereşê bê ronîkirin, lêborîn ji Elewiyan bê xwestin û berpirsyar bên darizandin."
SKENDERÛN
Şaxê ÎHD'ê yê Skenderûnê jî qurbaniyên Komkujiya Mereşê bi bîr anî. Serokê ÎHD'ê yê Skenderûnê Coşkûn Selçûk ji bo rûbirûbûnê bang kir. Selçûk qurbaniyên Roboskî jî bi bîr anî û destnîşan kir ku heta hêzên leşkerî û siyasî yên berpirsyarê komkujiya li Roboskî neyên cezakirin, hesabê rabirdûyê û darbekaran neyê pirsîn wê nebe cihê baweriyê. Selçûk got, "Em parêzvanên mafên mirovan daxwaza edaletê dikin."