Navenda Ragihandinê ya QSD'ê encamên êrîşa dagirkeriyê ya roja 12'an eşkere kir ku tevî ragihandina 'agirbestê' jî dewleta Tirk tevî çeteyên xwe êrîşên xwe didomîne.
Daxuyanî wiha ye:
SERÊKANIYÊ
"Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe li ser herêmên agirbestê domandin. Di dîroka 20ê Cotmehê de komên çete yên artêşa dagirker bi piştgiriya balafirên keşfê û balafirên şer hewl dan li xetên gundê Menacir ê li başûrê Serêkaniyê û her wiha li gundewarên li rojhilatê Serêkaniyê êrîş bikin.
Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bi heman awayî bersiv dan van êrîşan û di encam de şerekî demkurt qewimî. Di şer de 3 çete hatin kuştin û 2 wesayitên zirxî hatin rûxandin, her wiha derb li wesayitekê hate xistin.
HERÊMA FIRATÊ
Komên çete yên artêşa dagirker bi piştgiriya balafirên şer, balafirên keşfê û çekên giran êrîş birin li ser gundên bakûrÊ Eyn Îsa û Çelebiyê. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan. Li gundên Webdê, Kafiya û Wasta şerekî giran qewimî. Di encama bersivdana hevalên me û şer de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û brîndarkirin.
Di şer de bi kêmanî 3 çete hatin kuştin, gelek hatin brîndar kirin û 3 panzer hatin rûxandin.
Her wiha 6 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 9 hevalên me yê ku berê pêwendiya me bi wan re qut bibû jî hat zelalkirin ku şehîd ketine. Her wiha 21 hevalên me jî brîndar bûn."