QSD'ê encama êrîşên dagirkeriyê yên roja 14'an eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker doh jî dom kirin û destnîşan kir ku di şer û bersivên şervanên QSD'ê de herî kêm 50 çete û dagirker hatin kuştin. Di şer de 16 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê encama êrîşên dagirkeriyê yên 22'ê Cotmehê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker di 22'ê Cotmehê de jî êrîşên xwe dom kiriye û der barê encamên şerê ji ber êrîşan agahî bi raya giştî re hatin parvekirin:

SERÊKANIYÊ

"Komên çete xwestin bi seyareyên zirxî xwe nêzî çeperên şervanên me bikin. Hêzên me bi armanca parastinê bersiv dan vê tevgerê û çeteyek hat kuştin.

DÊRIK

Balafirên keşfê û yên şer yên artêşa dagirker li ser herêmê di tevgerê de bûn. Artêşa dagirker di dîroka 22ê mehê de li ser xeta sînor liv û tevgera xwe bi seyareyên sîvîl domand.

KOBANÊ Û EYN ÎSA

Di dîroka 22ê mehê, di seet 9ê sibê de komên çete yên artêşa dagirker bi hejmarek mezin çete, seyareyên zirxî, çekên giran û bi piştgiriya balafirên bê mirov xwestin êrîş bibin ser gundê Çelbê.

Hêzên me bersiv dan êrîşan û heya seet 12 pevçûnên giran qewimîn. Li vir gelek kuştî û brîndarên artêşa dagirker çêbûn. Dîsa di pevçûnên li derdorê gund ku heya êvarê berdewam kir de bi kêmanî 50 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, seyareyek zirxî hat rûxandin.

Di encama bersivdana hêzên me li dijî êrîşan, bi kêmanî 50 çete hatin kuştin, seyareyek zirxî û motorek hatin rûxandin.

Hevalê me Sebrî, di pevçûna li gundê Celbê de bi awayekî lehengî heya fişeka xwe ya dawî şer kir. Heval Sebrî piştî ku di encama brîndariya hevrêyên xwe de di dorpça komên çete de ma, ji bo ku nekeve dest bi bombeya xwe çalakiyek fedaî pêk anî û şehîd ket. Hevrê Sebrî, di xeta Arîn û Barînan de, di kêliyên ku dijmin bawer dikir gihîşt armanca xwe de bi armanca perçekirina dorpêça dijmin çalakiyek fedaî pêk anî. Em ê agahiyên nasnameya rêheval Sebrî pişt re bi raya giştî re parve bikin.

Di vê berxwedanê bi giştî de 16 rêhevalên me şehîd ketin û 13 hevalên me brîndar bûn."