Rejîma AKP/Qesra Erdogan, bi nêzîkbûna referandûmê re operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd zêde kir. Li Wan, Sêrt, Mêrdîn, Mûş, Osmaniye û Bûrsayê 29 kes hatin girtin, 11 kes jî hatin binçavkirin.
WAN
Li Wanê, ji 60 kesên hefteya bihurî li navçeyên Serav, Ebex û Elbakê hatin binçavkirin, 16 kes hatin girtin. 28 kes jî hê li emniyetê û edliyeyê ne.
Li Elbakê Kerem Bozkûrt, M. Emîn Ozcan û Ferhat Bayer hatin girtin, 3 kes jî hatin berdan.
Li Ebexê, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Nasir Urgen, Serokê Odeya Zîreetê Nesîm Ertopçû, Necmettîn Şahîn, Orhan Kûrnaz, Mehmet Şîrîn Tûnç hatin berdan. Ekrem Çîftçî, Mahmût Salazer, Îskender Bîlîcî, Yemen Atsak, Nîzamettîn Gonul, Mahsûn Atabay, Salîh Çîftçî, Mûstafa Kaya, Feyrûz Îgûs, Mahsûn Kaya, Azîz Adiyaman, Abdullah Çîçek û M. Salîh Deger hatin girtin.
Li Seravê, Hevşaredarê Navçeyê Kadîr Çalişkan, keya Abdulselam Çalişkan, Yilmaz Şahîn, Necla Ûmaz, Şadiye Ûçak, Fûlya Şen, Îkram Yuksel hê li emniyetê û edliyeyê ne.
SÊRT
Li bajarokê Bêdarê yê navçeya Berwarî ya Sêrtê di serdegirtinan de Hevşaredarê Bêdarê Dijwar Ûlaş û endamê Maclîsa Giştî ya Bajar Kerem Tokat hatin binçavkirin.
MÊRDÎN
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya hat girtin Mûrat Verîm di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Verîm birin Fermandariya Jendermeyan a Kerboranê.
OSMANIYE
Li Osmaniyeyê, danê sibehê bi rengekî hevdemî avêtin ser gelek malan. Di encamê de Fesîh Aktaş, Mahîr Eren, Seyîthan Eren, Abîdîn Eren, Alî Firat Çelîk, Mazlûm Car, Mûrat Ozcan û Denîz Kisacik hatin binçavkirin.
BÛRSA
Li Bûrsayê 21 kesên roja 16'ê Adarê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, derketin pêşberî dozgeriyê. 3 kes hatin berdan, lê 18 kes bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" radestî dadgeriya lêpirsînê hatin girtin.
Abdullah Taş, Dogan Taş, Sînan Goren, Mehmet Selîm Buyuk, Fevzî Eryat û Nîhat Karaman hatin girtin.
MÛŞ
Li Mûşê, 19 kesên roja 20'ê Adarê hatin binçavkirin ku rêveberên HDP û DBP'ê jî di nava wan de heye, derxistin edliyeyê. Dozgeriya Tirk bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ew sewqî dadgehê kirin. 12jê hatin berdan, 7 kes ku Hevserokê DBP'ê yê Mûşê Farûk Ûygûr û Hevserokê berê yê hDP'ê yê Bajêr Abdurahman Çapîn jî di nav de ne, hatin girtin. Girtî şandin Girtîgeha Tîpa E y Mûşê.