Qeyûm li Agiriyê rantê ji alîgirê xwe re vedike

Qeyûmê Şaredariya Agiriyê Walî Mûsa Işin bi gendeliyên ku dike dîsa dibe rojev.

Piştî ku Walî Mûsa Işin bi rengê qeyûm hate ser Şaredariya Agiriyê ya DBP’ê, derfetên dewletê jî dane pey xwe, gendeliyan dike û rantê ji alîgirê xwe re vedike.

Kevirên kilîd ên ku li kuçeyên Agirî dihatin danîn, di dema Şaredariya DBP’ê metro bi  15 lîreyan diketin îhalê lê di dema qeyûm Işin de metreya kevirên parke yên kilîd ji 25 lîreyan dane ketin îhalê. Her wiha qeyûm refûjên ku şaredariya DBP’ê li kolanên herî şên dabûn rakirin û ji alîgirê xwe re îhale vekir, darên li refûjan jî radike û dide fîrmayên alîgirên xwe.

Li gorî jêderkên xwecih piştî ku qeyûm hate ser Şaredariya Agirî gelek karker ji kar têne avêtin, li şûna 86 karkerên taşeron ên ku ji kar hatine avêtin, gelek AKP’yî yên ku li Nexweşxaneya Dewletê yê Agiriyê û Wezareta Perwerdehiyê ya Millî dixebitîn îstîfa kirine û derbasî şaredariyê bûne.

Qeyûm Işin li gel ku wekîlê şaredar e jî li ser bîlboardan, di reklaman de navê xwe bi rengê Şaredar Walî Mûsa Işin dide nivîsîn.