Qetlîam hatin protestokirin

Li Ûlmê kesên di qetlîama Mereş, Roboskî û qetlîamên girtîgehan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

Bi aktivîtaya li bajarê Ûlm ê Elmanyayê hate lidarxistin de, kesên di qetlîama 19-24’ê Kanûna 1978 a Mereş, 19-22’ê Kanûna 2000 a Girtîgehan û 28’ê Kanûna 2011’an a Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn.

Aktivîteya li navenda bajêr a ji aliyê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Elmanya (AABF), Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Elewî (ATÎF), Kongreya Demokratîk a Gelan-Elmanya (HDK-E) Partiya Rizgariya Ji Nû Ve ya Sosyalîst (SYKP) Federasyona Karkerên Koçber ê Elmanya (AGÎF), Partîzanên Elmanya, Navendên Civakên Kurd ên Demokratîk ên Elmanya (NAV-DEM),Federasyona Gelan a Demokratîk a Elmanya (ADHK) hevpar ve hate organîzekirin û Federasyona Komeleyên Karke ên Demokratîk (DÎDF) jî piştgirî kir.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ‘Êdî bese ji qirkirinan re’ dowîzên “Di qetlîma Mereşê de 120 hezar kes hatin qetilkirin”, “Sala 2000’an li girtîgehan 29 kes hatin kuştin”, “Li Roboskiyê 34 welatî hatin kuştin” û “Berpirsên van dewlet e” hate nivîsandin.

Di axaftinên hatin kirin de qetlîamên li Mereş, Girtîgeh û Roboskiyê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku berpirsyariya vê hemû dewlet in û dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Her bijî piştgiriya enternasyonalîst” hatin qîrkirin.