Qetilkirina Tahîr Elçî: Du delîl hatin windakirin!
Hat ragihandin, ku du ji delîlên li ser qetilkirina Tahîr Elçî hatine windakirin.
Hat ragihandin, ku du ji delîlên li ser qetilkirina Tahîr Elçî hatine windakirin.
Tevî ku di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re meh û nîvek derbas bûye jî, kiryar hînê nehatine aşkerekirin.
Di lêpirsînê de piştî ku derketibû holê nivîsa peywirdarkirina polîsan 15 roj şûnde hatiye nivîsandin skandaleke nû derket holê. Delîlên ku li kolana Yenîkapi ya Mînareya Çarling cihê Elçî lê hate qetilkirin hatine komkirin 2 ji wan "winda" bûne.
Derket holê ku delîlên hejmar 42 û 47 winda bûne. Baroya Amedê serî li dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne da û xwest ku aqûbeta delîlan bê lêkolînkirin.
Piştî ku Elçî hatibû qetilkirin li kolanê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di 30'ê Mijdarê de di lêkolînên ku hatine kirin de 83 delîl hatin diyarkirin. Lê ji ber ku li dijî taxên Sûrê êrîş hebûn ji wan delîlan tenê 43 delîl hatin komkirin.
Ev delîl, delîlên li kolana Yenîkapi hatine girtin ji bo bên lêkolînkirin şandin Labaratuara Polîsan a Krîmînalê ya Amedê. Delîlên ku li Midûriyeta Şaxa Lêkolîna Balîstîk hatin lêkolînkirin bi 5 raporên cuda şandin dosyaya lêpirsînê.
Di raporê de têkîldarî delîlên li cihê bûyerê hatine komkirin agahiyên berfireh hatin dayîn. Lê li vir nakokiyek derket holê. Ekîbên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin gotibûn ji 83 delîlan 43 delîl kom kirine. Di raporê de jî ji tê gotin ku ji 1'ê heta 47'an delîl hatine komkirin û hatine lêkolînkirin. Lê têkîldarî delîlên hejmar 42 û 47 agahî tineye.
DELÎLÊN WINDA BÛNE ÇI NE?
Li ser ve yekê parêzerên Baroya Amedê yên di komîsyona lêpirsînê de cih digirin serî li dozger dan. Parêzeran bi bîr xistin ku hatiye gotin ku li cihê bûyerê 43 delîl hatine komkirin, di raporên balîstikê de jî tê gotin heta delîla 47. lêkolîn hatiye kirin. Parêzeran xwestin ku delîla hejmar 42 li gel ku beriya delîlê hejmara dawî li herêmê bû jî çima nehatiye girtin ji Midûriyeta Şaxa Lêkolînkirina Cihê Bûyerê bê pirsîn.
Di daxwaznameyê de ji bilî vê jî heta pirsîn ku têkîldarî delîlê hejmar 47 çima di raporê de ti agahî tineye.
Di vê navberê de hin parêzerên ku di komîsyona lêkolînê ya Baroyê de cih digirin delîlên ku hatine windakirin li kolana ku Elçî hatiye qetilkirin du polîsên îstixbaratê li wî nuqteyê ne. Çekên 26 polîsên ku wê rojê li wir in hatibûn girtin û balîstîka wan hatibû kirin. Parêzerên ku dîmenên têkîldarî bûyerê lêkolîn kirin tespît kiribûn ku du polîs ji kolanê derketine û reviyane. Di encama lêkolînê de derketibû holê ku her du polîs li Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê peywirdar in û yekîneya wan navê polîsan nedabû dozgeriyê. Li ser daxwaza baroyê îfadeyên du polîsan wekî şahid hatibûn girtin.