Qenala Med Nûçe di demek nêz de dest bi weşanê dike
Qenala Med Nûçe di demek nêz de dest bi weşanê dike
Qenala Med Nûçe di demek nêz de dest bi weşanê dike
Li medya Kurdî qenaleke din zêde dibe. Hat ragihadin ku televizyonek Kurdî ya nûçeyan bi navê MED NÛÇE wê di demek nêzîk de dest bi weşana xwe ya fermî bike.
MED NÛÇE wê bi hemû zaravayên Kurdî nûçe û bernameyên cuda cuda biweşîne. Bernameyên MED NÛÇE wê bernameyên civakî, siyasî û hemû bûyer û rûdanên li herçar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat di qewimin cih bigre û biweşîne.
Hêjayî gotinê ye ku, ji beriya niha bi du mehan qenalek din a mûzîkê bi navê MED MÛZÎK dest bi weşana xwe kiribû.
Frekansên MED NÛÇE:
Frekans: 11642
Sembol rate: 27500 H
Hêjayî gotinê ye, daraza Danîmarka di 3’ê Tîrmeha 2013'an de lîsansên Nûçe TV, MMC û Roj TV ên girêdayî şîrketa weşangeriyê ya Mezopotamya Broadcasting îptal kiribû û bi 10 milyon kronê Danîmarkî cezayê pereyan lê birî bû. Nûçe TV û MMC di 19'ê Tebaxa 2013'an de hatibû girtin.