Qehwe siberojeke nêz dibe ku bibe luks

Pispor diyar dikin, guherîna avûhewayê di nav berên dexlê de herî pir bandorê li ser qehwê dikin û gotin, siberoja nêz dibe ku qehwe bibe luks.

Ji saziya etîka ticarî Faîrtradeyê Catherîne Davîd got, ji ber sedema guherîna avûhewayê, ji ber ku li qadên ku çandiniya qehwê lê tê kirin hêwîbûn zêde dibe hilberîna qehweyê kêm bûye.

Davîd got, li Perûyê li qadên ku qehweya Arabîca lê tê çandin heke ev trend bidomin 2050'yî hilberîn 50 ji 100'î wê bikeve û ji ber rîskê kesên ku qehweyê hilberînin berê xwe didin berên din ên çandiniyê.

Zanyar dibêjin, ev rewş bandorê ne tenê li ser Perûyê wê li ser tevahiya Emerîkaya Latîn bike û ji ber vê jî siberojê bihayê qehweyê wê pir zêde bibe.

Kooperatîfa Norandîna ku li Peruyê qehwê hildiberîne van salên dawî ji ber barana zêde û lehiyan gelek kesê ku qehwê hildiberînin berê xwe dane berên din. Hilberîna qehwê li herêmê di van 5 salên dawî de 20 ji 100'î kêm bûye.