Qedexeya li ser PKK'ê li Dortmûndê hate şermezarkirin

Aktîvîstên TÊKO-JIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê, qedexeya li ser PKK'ê şermezar kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Aktîvîstên Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê qedexeya li ser PKK'ê şermezar kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Çalakî bi şiyara "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; bi hev re serhildan" pêk hat. Çalakiya destpêkê danê nîvro li pêşiya stasyona trenê ya navendî dest pê kir.

Aktîvîstên TÊKO-JIN û TCŞ'ê, tevî ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst, qedexeya li ser PKK'ê şermezar kirin, xwestin ku qedexe tavilê bê rakirin û ji dewlet Elman xwestin ku dawî li helwesta dijminane ya li dijî Kurdan berde. Çalakî bi gerandina govendê û qîrîna dirûşman bi dawî bû.

Çalakiya roja duyemîn jî bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir.

Ciwanan herî dawî danê êvarê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Bi zimanên Elmanî û Kurdî dirûşmên ji bo azadiya Ocalan hatin qîrîn. Ciwanan piştre daxuyaniyek dan û diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyên xwe dewam bikin.