Li girtîgehan zextên li ser girtiyan didome.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin li Girtîgeha Tîpa T ya Nimreya 2’emîn a Rihayê girtî di telefonê de dema ku qala grevên birçîbûnê dikin, axaftina wan tê qutkirin. Dema ku girtiyê bi navê Îdrîs Dûrûk di 30’ê Adarê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku girtiyekî di greva birçîbûnê de ye, rêveberiya girtîgehê ew bi darê zorê birine nexweşxaneyê û agahî jê nayê stendin, axaftin hatiye qutkirin.
Li hemû girtîgehan, hemû girtiyên siyasî ji 1’ê Adarê û vir ve ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Tê diyarkirin ku girtiyên ketine greva birçîbûnê rewşa wan krîtîk e.