Qayûm 28 karker ji kar der xist

Xespkarê şaredariya navçeya Qelqelî ya Wanê, 28 karker ji kar der xistin.

Qayûmê ku cihê hevşaredar Yakup Almaç û Dîlan Orencî yên Hevşaredarên HDP’ê ya navçeya Qelqelî ya Wanê xesp kirî Abdulkadir Çelîkî, dawî li karên 28 kedkarên ku berê niha gotibûn, ‘Ji ber koronayê karê xwe paşde didim’ ji kar der xistin.

28 xebatkarên ji aliyê Hevşaredarên Qelqelî ya HDP’ê Yakûp Almaç û Dîlan Orencî ve girtibûn kar bi hinceta ‘Pêwîstî bi karkeran nîne’ îro ji kar derêxiskin.

Hat diyarkirin ku li cihê karkerên ji kar hatin derêxistin wê kesên ku navên wan ji aliyê Rêxistina AKP’ê ya Qelqeliyê ve wê werin girtina kar.